Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun li Bajarê Bremen a Almanyayê Konferansek Da

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun li Bajarê Bremen a Almanyayê Konferansek Da

.

A+A-

Komîteya PAKê ya li bajarê Bremen a Almanyayê roja 20.11.2021ê bi beşdarîya Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun Konferansek li dar xist.

Nêzîkî 50 endamên PAKê û welatperwerên Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.

Konferans bi sirûda neteweyî Ey Reqîb û ji bo pakîya canê şehîdên doza azadîya Kurdistanê bi rêzgirtinê destpê kir .

Di destpêka konferansê de endamê Meclîsa PAKê û berpirsê Komîteya PAKê ya Bremenê Mistefa Dîlan axaftinek kir.

Cîhgir Serokê Giştî yê PAKê Kasim Ergun bi giştî li ser rewşa sîyasî ya Bakûrê Kurdistanê û Tirkîyeyê û bi giştî rewşa Kurdistanê zanyarî da û bîr û rayên PAKê anî ziman.

Kasim Ergun di derbarê kar û xebatên PAKê de melûmatên berfireh da. K. Ergun di malûmatên xwe de bi taybetî li ser bûyerên dawîyê rawestîya, helwest û pêşnîyarên PAKê anî ziman û got: ‘’Di rewşa ku îro Tirkîye têdeye û pêngavên ku divê oartî û rêxistinên Kurdistanî bavêjin, li ser nirxên Kurdistanî avakirina yekîtî û hevkarîya wan e. Divê Kurd wek terefekî tevbigerin, blok an platformeke Kurdî, Kurdistanî were pêkhanînê. Divê Kurd rojeva xwe bixwe dîyar bikin û liser rojeva xwe kar û xebatê bimeşînin’’.

Herwiha Kasim Ergun got : ‘’Nuha PAK li gel çar partî û tevgerên din yên Bakurê Kurdistanê li ser esasê rûdanên rojane yên ku hemû alî lihev dikin daxuyanîyan dide, di nav hevkarîyê de ye û em dixwazin ev hevkarî li ser prensîbên neteweyî, niştimanî berdewam bibe’’.

Kasim Ergun behsa daxwazên acîl yên ku îro potansîyelek berfireh ya kurd û Kurdistanîyan dikarin li dorê bicivin kir û got: ''Em dibêjin li ser van daxwazên acîl em hêza xwe bikin yek: Zimanê Kurdî di Makezagona Tirkîyeyê de bibe zimanê fermî û di hemî dibistananên li Kurdistan û derên ku kurd lê bipiranîne de bibe zimanê perwerdeyê. Hebûna Kurdan û welatê wan Kurdistan were qebûlkirinê. Partî û rêxistinên Kurdistanî bi navên xwe kar û xebatên xwe bikin. Zindanîyên sîyasî werin azadkirinê û li ber azadîya fikir û ramanan tu astengî nemîne. Navên dîrokî yên bajar, navçe, gund û hemî herêmên cografî li wana werin vegerandinê’’.Kasim Ergun got ‘’Li ser van daxwazan kurd bibin alîyekî, dê di guhertinên Qanûna Bingehîn de jî, di bidest xistina maf û azadîyan jî bi hêztir bibin, dê bibin wek terefekî''.

K. Ergun di mijareke din a konferansa xwe de, behsa rewşa Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê kir. Agahdarî da. Û got: ‘’Em wek Partîya Azadîya Kurdistanê di hemî warî de piştgirê tevgera sîyasî ya wan parçeyanin. Em, parêzvanê hemî destkeftîyên Kurdistanê ne’’.

Di dawîya konferansê de K. Ergun bersîva pirsên beşdaran da.

Beşdarên konferansê sipasîyên xwe li amadekarên konfernasê kirin û herwiha sipasî û kêfxweşîyên xwe li Kasim Ergun kirin.

Konferans bi awayekî berhemdar, bi ahengeke dostane qedîya.

21.11.2021

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

3-181.jpg4-148.jpg2-190.jpg5-110.jpg

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin