Cîgira Erdogan li Şirnexê: Pirsa Kurd nîne

Cîgira Erdogan li Şirnexê: Pirsa Kurd nîne

Cîgira Erdogan li Şirnexê: Pirsa Kurd nîne

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgira Serokê AK Partiyê Leyla Şahîn Usta li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistnanê got “Li Tirkiyê pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye weke ku siyaseta pirsa Kurd hebe dimeşîne.

Leyla Şahîn Usta îdîa kir ku yên dixwazin meşa demokratîk a AK Partiyê asteng bikin hene û wiha axivî “Heft sal berê li Amedê yekîtiya me li ber çavê hemû cîhanê hat armanckirin. HDP, îro ji aliyê CHPê û hevkarên wê ve hatiye dorpêçkirin, qaşo wek abîdeya bêgunehiyê disekine.”

Cîgira Serokê AK Partiyê Leyla Şahîn Usta dibêje li Tirkiyê pirsa Kurd nîne û wiha berdewam dike:

“PKK û kirêkara wê HDP zirara herî mezin didin welatiyên me yên Kurd. Îro li welatê me pirsa Kurd nîne, pirsgirêka opozîsyonê heye weke ku siyaseta pirsa Kurd hebe dimeşîne. Kesayetên siyasî, yên ku nikarin mesafeyê têxin navbera xwe û terorê, çiqas nakok e ku li vî welatî xwe wekî şandiyên demokrasî, maf û hiqûqê didin nîşandan.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin