ÇGD: Zext û sansura li ser çapemeniyê êdî mayînde bûye

ÇGD: Zext û sansura li ser çapemeniyê êdî mayînde bûye

.

A+A-

Li gorî rapora Komeleya Rojnamegerên Hemdem di meha Tebaxê de 4 malperên nûçeyan bi temamî hatine astengkirin. Her weha 147 nûçe rasterast, bi giştî 208 nûçe qedexe kirine. Di dema şopandina pênc bûyeran de 6 rojnameger hatine desteserkirin.

Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) rapora xwe ya meha Tebaxê aşkere kiriye. Ev rapora 40em e û ÇGDyê bi sernavê “An em ê bi rengekî azad dengê xwe bidin bihîstin an jî em ê tune bibin” weşandiye.

Komeleyê di raporê de behsa zext û sansura li ser çapemeniyê ye kiriye û wiha gotiye: “Rapora me ya 40emîn behsa geşedanên di meha Tebaxê de dike ku ji yên meha borî ne kêmtir in. Di vê mehê de jî rapora me tijî bûyerên binpêkirinên azadiya çapemeniyê ye. Niha rewşeke neyênî di warê azadiya raman, xweîfadekirin û çapemeniyê de heye. Yek ji encamên girîng ên vê rewşê ew e ku zext û zordarî û sansur mayînde bûye.  

Dewleta hiqûqê misoger e ji bo mafên me yên bingehîn ên navborî. Lê her roja diçe, dewleta hiqûqê tê tunekirin û bi wê re mafê gel a bidestxistina nûçeyan û mîsyona rojnamegeran jî tê tunekirin ku ew berdevkê rastiya li ber çavan e. Di vê qonaxê de bêhtir zelal bûye ku di pergala hiqûqê ya azad, wekhev û demokratîk de azadiya raman, xweîfadekirin û azadiyê hîmên esasî yên têkoşîna hebûnê ne.  

Di meha borî de şewatên daristanan û geşedanên bi penaberan re girêdayê derxist holê ku pergala dewletê riziyaye. Rojnamegeran hewl didan ku dûmana derketiye û bêhna genî bi hemû rastiyên wan ji gel re ragihînin. Lê car caran rayedarên fermî car caran jî ‘komên birêxistinkirî’ xwestin van hewldanên rojnamegran asteng bikin.

Rojnamegerek hatiye kuştin

ÇGDyê binpêkirinên mafên rojnamegeran bi van daneyan aşkere kiriye:

    • Çar malperên nûçeyan bi temamî hatine astengkirin.
    • 147 ji wan rasterast, bi giştî biryara astengkirina 208 nûçeyan dane.
    • Bi sedema akredîtasyon û biryara Midûriyeta Emniyetê, du ji wan ji ber şewatên daristanan, bi dehan rojnmeger hatine astengkirin.
    • 6 rojnameger dema bûyer dişopandin hatine desteserkirin.
    • Îdianame ji bo 4 rojnamegeran hatiye amadekirin û doz li wan vekirine.
    • Doza rojnamegerekê dewam kiriye û 3 salan ceza ji bo hatiye xwestin.
    • Ji bo 2 rojnamegeran de 100 hezar TL cezayê pereyan xwestine.
    • Di çaçroveya 3 lêpirsînên nû de 3 rojnamegeran îfade dane.
    • 10 sal û 5 meh ceza li 2 rojnamegeran birîne.
    • Di dema şopandina çar bûyeran de 8 rojnameger derb kirine û li wan dane. Gef li rojnamegerekê hatiye xwarin. Êrîşa çekdarî li rojnamegerekî bûye.
    • Nûnerekî partiyeke siyasî rojnamegerek weke hedef nîşan daye.
    • Rojnamegerek hatiye kuştin.

 

Çavkanî: Bîanet

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin