Cezaya Canan Kaftancioglu Hat Birîn

Cezaya Canan Kaftancioglu Hat Birîn

Dadgehê 9 sal û 8 meh cezayê girtinê li Canan Kaftancioglu, Seroka CHPê ya Stenbolê birîye. Ceza nehatîye taloqkirin.

A+A-

Dadgehê 9 sal û 8 meh cezayê girtinê li Canan Kaftancioglû, Seroka CHPya Stenbolê birî ye. Ceza nehatiye taloqkirin.

Canan Kaftancioglû, Seroka Partiya Gel a Komarî (CHP) ya rêxistina Stenbolê ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî yên şeş sal berê, îro sêyem car derketiye pêşberî heyeta 37em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê.

Kaftancioglû, bi tohmeta ku “heqaret li Serokomarî, “heqaret li karmendê dewletê” kiriye, “dewleta Komara Tirkiyeyê biçûk xistiye”, “kîndarî û dijminatî di nava gel de belav dike”, “propagandaya rêxistina terorê kiriye” dihate dadgehkirin û ji 4 sal 10 mehan heta 17 salan ceza jê re dihat xwestin.

Beriya danişînê 80 serokên CHPyê yên bajaran li ber Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyek dane çapemeniyê. Her weha Ekrem Îmamoglû, Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê jî piştgirî daye Kaftancoglûyê û çûye edliyeyê.

Di dawiya dadgehkirinê de heyeta dadgehê ji pênc tohmetên cida 9 sal û 8 meh cezayê girtinê li Kaftancioglûyê biriye. Cezayên hatine dayîn, nehatine taloqkirin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin