CEOyê Volkswagenê: Em li kêleka qada şer ti bingehan ava nakin

CEOyê Volkswagenê: Em li kêleka qada şer ti bingehan ava nakin

CEOyê Volkswagenê (VW) Herbert Diess derbarê biryara rawestandina weberhênanê li Tirkîyê got, “Hindî ku xelk bê kuştin em li kêleka qada şer ti bingehan danaynin.”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Herbert Diess, CEOyê Kompanyaya Volkswagen a almanî ya berhemanîna otomobîlan, li ser tora kar û bar a bi navê Linklendln, nivîsek derbarê planên avakirina navendeke berhemanînê li Tirkîyê û herwiha rawestandina wê biryarê piştî êrişa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, nivîsek belav kir.

CEOyê Kompanyaya Volkswagenê di wê nivîsa bi navê, ‘Wateya Kompanîyeke Cîhanî’ de ragihand ku di van heyamên dawîn de gelek name ji wan re hatine şandin, gelek bang li wan hatine kirin û got, “Li alîyekê daxwaz heye ku  Volkswagen tenê di çarçoveya nirxandinên aborî de biryarekê bigire û li alîyê din jî çaverêkirinek hebû ku Volkswagen biryara xwe ya weberhênana li Tirkîyê di warê exlaqî de pêdaçûnekê li ser bike.”

Herbert Diess, amaje bi guncawbûna bazara Tirkîyê bo weberhênana wê kompanîyê kir û got, tevî ku weberhênan li Tirkîyê di warê aborî de di berjewendîya Volkswagenê de bû, lê wan ji ber rûdanên dawîn biryara rawestandina wê projeyê dan. Diess sedema vê biryarê jî wiha vedibêje, “Eger kompanî, bi hişmendîya ku hiqûqa navdewletî û mafên mirovan tenê di berpirsyarîya hikûmetan de ne tevbigerin, wê demê ekonomîya bazarê dê bengehên xwe yên sincî ji dest bide.”

CEOyê Volkswagenê herwiha dibêje ew tevlî biryar û nirxandinên hikûmeta Almanya û Yekitîya Ewropayê yên derbarê êrişa Tirkîyê ya li ser bakurê Sûrîyê dibin û mercê bo destpêkirina weberhênanê jî wiha anî ziman, “Hindî ku xelk bên kuştin, em li tenişta qadeke şer ti bingehekê danaynin.”

Derbarê rexneyên li ser peywendîya nêzîk ên wê kompanîyê li gel hikûmeta AK Partîyê li Tirkîyê jî, Diess got, “Armanca avakirina kargehke weberhênanê, nayê wateya misogerkirina hebûna hikûmetekê. Navendên weberhênanê jîyana bi hezaran xelkê misoger dikin, şert û mercên dadper ên xebatê û karegeheke ewle dabîn dikin. Ji bo perwerdehîyeke baş û pêşerojeke ronî, derîyekê aborîyê ye. Ew xelkê ku çaverê ne hêvîyên wan nebin lîstikên çalakîyên sîyasî, mafdar in.”

Herbert Diess amaje bi wê yekê kir ku Kompanyaya Volkswagenê li Çîn, Rûsya, Afrîkaya Başur, Brezîlya, Amerîka û gelek welatên din navendên weberhênanê hene û derbarê biryara avakirina navendekê li Tirkîyê jî got, “Biryara me ya vekirina febrîqeyekê li Tirkîyê, ne teqez e.”

Wî berpirsê Volkswagenê herwiha tekez kir ku pêwîst e bazirganîya navdewletî û peywendîyên aborîyê, her tim alîkar bin ji bo pêşxistina aştî, aramî û azadîyê.

Kompanyaya Volkswagenê berî niha dabû xuyakirin, ji ber êrîşa Tirkîyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê, wan biryar daye ku çêkirina navenda xwe ya berhemanîna otomobîlan li Tirkîyê paş bixin, ku biryar bû bi bihayê 1.4 milyar dolar bihê vekirin.

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin