Cendermeyên Tirkiyê li Wanê mînîbûsa koçberan gulebaran kirin

Cendermeyên Tirkiyê li Wanê mînîbûsa koçberan gulebaran kirin

.

A+A-

 Cendermeyên Tirkiyê li Wanê mînîbûsa koçberan gulebaran kirin û di encamê de zarokekî 4 salî can da û 12 kes jî birîndar bûn.

Hat ragihandin, 3yê Tîrmeha (Temuz) 2022an li navçeya Mehmudiyê ya Wanê di xaleke kontrolê de hêzên emnî yên Tirkiyê mînîbûsek gulebaran kirine û di encam de zarokekî can daye û 4 jê giran 12 kes jî birîndar bûne.

Herwiha hatiye eşkerekirin, kesên birîndar rakirine nexweşxaneyê û 30 kesên di mînîbûsê de jî hatine desteserkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Wanê: “3yê Temûza 2022ê derdora saet 16:00an li Taxa Koçbaşi ya ser bi navçeya Mehmudiyê ve cendermeyan xwestine mînîbûseke bi guman li xala kontrolê rawestînin lê şofêrê mînîbûsê ranewestiyaye û cendirmeyan gule berdane tekerên wê lê ew gule pekiyaye û li zarokekî ketiye û wî zarokî canê xwe ji dest daye. Herwiha 12 koçberên di mînîbûsê de jî bi sivikî birîndar bûne.”

Parêzgariyê herwiha ragihandiye ku piştî bûyerê şofêrê mînîbûsê û kesekî ku qaçaxçîtiya koçberan dikin reviyane û derbarê bûyerê de lêpirsîna edlî û îdarî hatiye destpêkirin.

Herwiha kanala Multecî Medya (Medya Penaberan) li ser Twitterê diyar kiriye ku yek jin, yek zarok bi giştî sê kesan can dane û 7 kes jî bi giranî birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin