Çekdarên Tirkîyê bi hezaran darên zeytûnê qut kirin û talan kirin!

Çekdarên Tirkîyê bi hezaran darên zeytûnê qut kirin û talan kirin!

Grûpên çekdar li pêş çavên hêzên Tirkîyê bi hezaran darên Efrînê qut dikin û bazirganîyê pê dikin. Li gundê Turindê 2 hezar û li navçeya Bilbilê 70 hezar dar qut kirine.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêxistina mafên mirov li Efrînê di raportekê de belav kir, roja 11 vê mehê grûpên çekdar ên ser bi Tirkîyê ve 2 hezar darên zeytûn û hinaran yên her du welatîyan Şêx Heyder û Reşîd Misto li gundê Turindê qut kirin.

Di raporta wê sazîya mafên mirov de hatîye gotin ku grûpên çekdar hejmarek din jî ji darên koçberên gundê Turindê qut kirin, bêyî ku hêzên Tirkî yan Encûmena Efrînê ya Sivîl rêgirîyê li wê yekê bike, yan yasayên qedexekirina qutkirina daran derbike.

Li gorî agahîyên wê sazîya sivîl, grûpa çekdar ya bi navê Mihemed El Fatih roja 11ê vê mehê hejmarek mezin ji darên daristana gundê Mist Eşûra yê navçeya Mabeta qut kirin û bi 5 direktoran ew dar bar kirin û birin.

Rêxistina mafên mirov li Efrînê amaje bi wê da, roja 12ê vê mehê bêhtirî ji 100 kesî li pêş binkeya serbazî ya li navçeya Bilbilê kom bûn û nerazîbûna xwe derbarê qutkirina daran ji alîyê grûpên çekdar ve nîşan dan.

Li gor zanyarîyên wê rêxistinê, heta niha zêdetir ji 70 hezar darên 18 gundên navçeya Bilbilê ji alîyê grûpên çekdar ve hatine qutkirin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji alîyê artêşa Tirkîyê û grûpên ser bi wê ve û heta niha ji bil qutkirina bi hezaran darên zeytûn û meyweyan bi armanca firotana wan wek êzingên şewitandinê, grûpên çekdaran dest danîna ser bi sedhezaran darên koçberên Efrînê.

Li gor zanyarîyên Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, tenê li gundê Coqê, grûpa El Hemzat dest danîye ser zêdetir ji 40 hezar darên zeytûn, hinar, sêv û meyweyên din.

Basnews

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin