Çekdarên Nusreyê ji Idlibê redivin Efrînê

Çekdarên Nusreyê ji Idlibê redivin Efrînê

Çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam, anku Cebhet el-Nusre ya berê, tevlî grûpên çekdar ên li Efrînê dibin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, çekdarên Heyeta Tehrîr el-Şam, ku ji rojavayê Helebê û parêzgeha Idlibê direvin tevlî grûpên çekdar ên Efrînê dibin.

Li gor heman rêxistinê, tevlîbûna wan çekdar bo grûpên çekdar li Efrînê rewşê li wê herêma Rojavayê Kurdistanê xirabtir û metirsîdartir dike.

Rêxistina Mafê Mirovan herwiha dîyar kir ku zêdebûna Erebên hawirde ku ji Idlibê û rojavayê Helebê digihêjin Efrînê rewşa aborî û ewlehî li Herêmê ji berê xirabtir kirîye.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin