Çekdarên DAIŞê li zindana Sinaa ya Heseke îsyan kirin

Çekdarên DAIŞê li zindana Sinaa ya Heseke îsyan kirin

Çekdarên DAIŞê yên girtî yên di zindana Sinaa ya Hesekê de, roja Duşemê careke din îsyan kirin, ev nûtirîn îsyana çekdarên girtî yên DAIŞê yên di zindanên HSDê de ye. HSD jî bo kontrola rewşê hêzeke zêde li derodra zindanên belav kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li gor zanyarîyan, îsyana çekdarên DAIŞê yên di zindana Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Heseke de ku di jêr kontrola HSDê de ye, şeva Duşemê destpê kir.

Li gor nûçeya Rûdawê îsyana girtîyên DAIŞê şeva bihorî derdora demjimêr 21:00 destpê kirîye û heta îro berî nîvro rewş bi temamî zelal nebûye, ka îsyan hatîye kontrolkirin an na.

Peyamnêrê Rûdawê Rengîn Şero got, pêştir jî çend caran çekdarên girtî yên DAIŞê, li zindana Sinaa îsyan kiribûn û wiha dixuye ku daxwazên girtîyên DAIŞê nehatine cîbicîkirin, lewma jî dest bi îsyaneke nû kirine. Peyamnêrê Rûdawê dîyar kir, daxwaza sereke ya girtîyên DAIŞê,  dadgehîkirineke dadperwerane û hesibandina wê dema ku di girtîgehê de bûne wek beşek ji cezayê wan e.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ku baregeha wê li Brîtanyayê ye, ragihandîye ku çekdarên girtî yên DAIŞê daxwaza “darizandeke dadperwer” û “dîtina malbatên xwe” kirine û ji ber wê yekê dest bi îsyanê kirine.

Girtîyên DAIŞê hewl dane, dîwar û derîyên zindanê bişkînin. Rewangeha Sûrî dîyar kirîye, ku hejmarek kes birîndar bûne, lê hejmara nedaye xuyakirin.

Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk hemû rêyên ber bi zindanê ve girtin û ji bo kontrola rewşê jî hêzeke zêdetir li derdora zindanê belav kirin.

Balafirên Hevpeymanîya Navdewletî ya bi serokatîya Amerîakyê jî li asmanê bajarê Hesekê bi nizimî firîyan.

Li Zindana Sinaa ya Hesekê heta niha çend caran girtîyên DAIŞê îsyan kirine. Di mehên Adar û Gulana îsal de îsyana girtîyên DAIŞê çêbûbû.

Di nava zindana Sinaa ya li Hesekê de, di navbera 3000 heta 5000 çekdarên DAIŞê hene, ku ji 50 welatên cîhanê ne. Hejmarek ji wan çekdaran Sûrî û Iraqî ne, lê beşeke zêde ya wan ji welatên din ên cîhanê ne.

Weke ku pêştir Fermandarîya Giştî ya Hêzên Sûrîyeya Demorkatîk (HSD) ragihandîye, zêdetirî 10,000 girityên DAIŞê di zindanên jêr kontrola HSDê de yên li navçeya Bakur Rojhilatê Sûrîyê hene.

Ajanseke nêzîkî HSD û Rêveberîya Xweser dîmenên gihîştina hêzeke nû ya serbazî bo kontrolkirina rewşa Zindana Sinaa belav kirine.

Rêveberîya Xweser, HSD û hêzên Kurdî yên li Rojavayê Kurdistanê çendîn caran daxwaz ji civaka navdewletî kirine, ku berpirsyarîya xwe ji bo çareserkirina pirsgirêka girtîyên DAIŞê yên di girtîgehên Rojavayê Kurdistanê de pêk bînin.

Berdevkê HSDê Kîno Gabriel roja 3ê Gulanê di daxuyanîyekê de tekezî li ser berpirsyarîya hêzên navdewletî li hember girtîyên DAIŞê kiribû û gotibû: “Em di wê bawerîyê de ne ku Hevpeymanîya Navdewletî û civaka navdewletî berpirsyar in ji bo dîtina çareserîyekê bo pirsa endamên girtî yên DAIŞê, herwiha pêşkêşkirina alîkarîyên zêdetir bo cîbicîkirina rêkarên ewlewhîyê û baştirkirina rewşa girtîyên di nava zindanên li bakur û rojhilatê Sûrîyê.”


Sîna Soma- Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin