Konê Reş

Konê Reş

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Careke din Bîranîna Mîr Dr. Kamîran Bedirxan

A+A-

Konê Reş

Ezbenî! Di roja 04.12.2020an de, 42 sal di ser roja koçkirina Mîr Dr. Kamîran Bedirxan re derbas dibe.. Ew jî, wek bav, piraniya ap, bira û pismamên xwe di mişextî û zîvariyan de miriye..

Werin.. Erê werin em lehengekî din ji lehengên welatê birîndar bibîr bînin.. yê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên welatiyên xwe re geş dibû, bi têkçûnên wan re, xemgîn dibû û dil û hinavê wî dihat givaştin..

Xwendevano! Ku ez û te yekî wek Mîr Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne..?! Miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên xwe re bavêje, ew milet nexercê jiyanê ye..

Wî jî, ji Stenbolê destpê kir.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî jî di lîsteya 150 kesî de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina xwe bir serî.. Li Beyrûtê kovara (Roja Nû) û rojnameya (Stêr) weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de dersên zimanê kurdî dan û zimanê me parast.. Li Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir..

Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di roja 04.12.1978'an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, termê xwe kiribû diyarî ji fakultên bijîşkî re li Parîsê.. Anku ew bê gore!

Di lihevhatina 11ê adara 1970î de, generan Barzanî jê xwest ku bibe cîgirê serokê komara Îraqê.. lê ew razî nebû, xwest ku bi tenê mamostayê zimanê Kurdî be, di dibistaneke çiyayê Şingalê de..

Derbarî eşqa wî ji xwendin û nivîsandina zimanê Kurdî re, werin, em van gotinên wî, yên ku di kovara wî (Roja Nû), hejmara (11) sala 1943 belavbûne bixwînin:

"Xort bin, pîr bin, heçî nezan in divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di destê xelkê de perîşan bûne.. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û

nivîsandinê bûn û îro Hawar û Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî".

Belê ezbenî! Çendî em Mîr Dr. Kamîran Bedirxan û kesên wek wî, bibîr bînin û bîranînên wan du gisin û sê gîsin û çar gîsin bikin, em qenciyê bi xwe dikin û em nifşên nû agahdar û serwextî pêvajoya kurdîtiya resen dikin. Dawî, bi min xweş e ez bêjim; bi hêvî em ku em ne zindîkuj bin û mirîhez bin.

Wêne: Mîr Kamîran Bedirxan û kebaniya xwe li Beyrûtê/ 1071, di mêvandariya Hecî Şêxo, serokê Civata Kurdî a Qenciyê de.

Qamişlo 2/12/2020

1971.PNG

Önceki ve Sonraki Yazılar