Çar Kurdên ku parlamenterên Swêdê ne, bûn armanca êrîşên Tirkîyê

Çar Kurdên ku parlamenterên Swêdê ne, bûn armanca êrîşên Tirkîyê

Ev ne cara yekem e ku Tirkîye kurdên di sîyaseta welatên Ewrûpayê de aktîv in, bi terorê tawanbar dike. Vê carê 4 parlamenterên kurdên Swêdê bûn armanc.

A+A-

Çar endamên parlamentoya Swêdê ku bi xwe kurd in, ji bo ku ew bi hin parlamenterên din yê Sosyaldemokrat re teklîfa ji bo mafê çarenûsîya kurdan li her çar perçe, birine parlamentoya Swêd, ew ji hêla medya Tirkîyê ve wekî terorîst hatine bi nav kirinê.

Bi dehan rojname, kanalên televizyonên Tirkîyê, navên ev çar parlamenteran; Serkan Köse, Kadir Kasirga, Roza Güçlü Hedin û Sultan Kayhan, wekî alîgirên terorê dan destnîşandan.

Ev ne cara yekem e ku Tirkîye kurdên di sîyaseta welatên Ewrûpayê de aktîv in, bi terorê tawanbar dike. Berê jî gelek caran tawanbarîyên bê esas, derew li kesayetîyên Kurd ku di sîyaseta welatên Ewrûpayê de aktîv in, di burokrasî, medya Ewrûpayê de cî girtine, hatine kirin.

Ev bûyera dawîn piştî 13 parlamenterên Partîya Sosyal Demokrat ku ji van a 4ê wan bi eslê xwe Kurd in, pêşnîyarîyekê dibin parlamentoya Swêdê ji bo ku kurd li ser axa xwe, mafê xwe yên çarenûsîyê xwe bi xwe biryar bide. Di esasê xwe de ev pêşnîyar ev deh sal e parlamenterên sosyaldemokrat yên piştgirîyê didin doza Kurdistanê, her sal dikin rojeva parlamentoya Swêdê. 13 parlamenterên îsal ji bo naskirina mafê çarenûsî ji bo her çar perçeyên Kurdistanê pêşnîyar birine parlamentoya Swêdê ev in: Lawen Redar, Laila Naraghi, Leif Nysmed, Serkan Köse, Teres Lindberg, Kadir Kasirga, Thomas Hammarberg, Roza Güclü Hedin, Mathias Tegner, Johan Büser, Dag Larsson, Sultan Kayhan û MagnusManhammar.

Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê bi daxuyanîyekê bi tundî vê bûyerê şermezar kir û piştgirîya xwe ji sîyasetmedarên sosyal demokratan re ragihand.  Federasyon bang li Hikûmeta Swêdê dike ku ew bi tundî li dijî van kiryarên metirsîdar û li dijî demokratîyetê ne, derkeve û nerazîbûna xwe nîşan bide.

Piştgirên PAKê li Swêdê bi beyanekî hedef nîşandana medya Tirkîyê ya endamên parlamentoya Swêdê yên ku kurd in bi tundî protesto kir û got ”em li hember êrîşa dewleta Tirkîyeyê, bi parlamenterên Kurd ên Swêdê re ne”. Beyan sedemên êrîşê weha bi nav kir: ”Dewleta Tirk dixwaze çavên hêzên demokratîk, kesên demokrat yên li derveyî Tirkîyeyê, bitirsîne ku ew nekevin nava tekoşîna ji bo demokrasî û mafên mirovan li Tirkîyeyê”.

Di dawîya beyanê de bang heye: ”em dilxwazên Partîya Azadîya Kurdistanê li Swêdê bang li hukûmeta Swêdê, Wezareta Derve û hemû hêzên demokratîk dikin ku dengê xwe bilind bikin û li dijî van metod û gefên ku li dijî mafê demokrasîyê ne, derkevin".

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin