Cafer Sadir xwe ji namzadiya serokatiya hikûmeta bê ya Iraq vekişand

Cafer Sadir xwe ji namzadiya serokatiya hikûmeta bê ya Iraq vekişand

.

A+A-

Cafer Sadir Namzedê Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ê ji bo posta Serokwezîrê Iraqê bû. 

Mihemed Cefer Sedir vekişîna xwe ji namzediya serokatiya hikûmeta nû ya Iraqê ragihand.

Namzedê Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman bo posta Serokwezîrê Iraqê Mihemed Cefer Sedir îro Duşemê dest ji wê postê vekişand û li Twittera xwe nivîsî: “Min namzediya Sadir ji bo piştgirîkirina li projeya wî ya çaksaziyê niştimanî qebûl kiribû, lê niha dema lêborînê û dema vekişînê ye.”

Her wiha got: “Spas ji bo cenabê wî û Hevpeymaniya Rizgartiya Niştiman ji bo baweriya wan bi min.”

Serokê Encûmena Nûneran a Iraqê Mihemed Helbûsî destkişandina parlamenterên bloka Sedirî pesend kir, piştî ku Muqteda El Sedir daxwaz ji Serokê Fraksiyona Sedir Hesen Azerî li Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku destjikarberdana parlementerên Tevgera Sedir pêşkêşî Serokê Parlamentoyê bike.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin