“Biryarên DMMEyê ne rica ne, divê pêk bên”

“Biryarên DMMEyê ne rica ne, divê pêk bên”

.

A+A-

Marija Pejcinovic Buric, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê ji bo biryara DMMEyê ya derbarê Osman Kavalayî de gotiye, “Ev ne daxwazeke, hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e.”


Marija Pejcinovic Buric, Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê gotiye ku biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê “ne rica ne, lê hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e.”

Buric li Parlamentoya Ewropayê axiviye û behsa karsaz û mafparêz Osman Kavalayî kiriye ku digel biryara DMMEyê hîna nehatiye berdan.

Li gorî nûçeya Euronewsê, Buricê gotiye, welatên endam ji bo biryarên DMMEyê bicih bikin, bi dilxwazî îmze avêtine bin peymanan û wiha dewam kiriye:

“Ev ne daxwazek e, hewcedariyeke hiqûqa bendîkar e. Armanca veşartî ya vê girtinê û hiştina li girtîgehê ya berê cezadanê, bêdengkirina wî ye û jê vegerandina mixalifan e. Ji ber vê ye ku divê Kavala demildest serbest bibe.”

Sekretera Giştî ya Konseya Ewropayê diyar kiriye ku li Tirkiyeyê rayedar, delîlên têr û tijî nikarin deynin holê û her dua peymanên rêxistinê, Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Şertê Civakî ya Ewropayê rihê modern ê Ewropayê saz dikin.

DMMEyê di 2019an de biryar dabû
DMMEyê di 10ê Kanûna Pêşiyê ya 2019an de biryar dabû ku mafên karsaz û mafparêz Osman Kavalayî hatine binpêkirin. Kavala di 18ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de hatibû desteserkirin û di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an de jî hatibû girtin.

Dadgehê ji ber ku bêyî delîlek hebe û bi sedemên siyasî hatiye girtin û Dadgeha Destûra Bingehîn di demeke diyarkirî de serlêdana Kavalayî nenirxandiye, biryar girtibû û gotibû, PMME hatiye binpêkirin.

Dadgehê diyar kiribû ku bendên 1 û 4ê yên xala 5an a PMMEyê û xala 18an a heman peymanê hatine binpêkirin û di biryara xwe de bang li Tirkiyeyê kiribû ku demildest Kavalayî azad bikin.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin