Birêvebirina çalakiyên banghêjî li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê

Birêvebirina çalakiyên banghêjî li navçeyên Rojhilatê Kurdistanê

.

A+A-

Endamên PDKÎ li gund û navçeyên Bokan, Mihabad, Pîranşehr, Merîwan û Seqizê bi şêweyekî berfireh çalakiyên banghêjî lidar xistin û yada şehîdên rêya rizgariya Kurdistanê bilind ragirtin.

Endamên Hizba Demokrat li Bokanê û li çend cihên geştyarî yên vî bajarî, alaya pîroz a Kurdistanê bilind kirin û piraniya tabloyên cihên geştiyarî bi dirûşmên Hizbê xemilandin.

Ew cihên Bokanê ku çalakî hatine lidarxistin pêk hatin ji: “Pira Xula Malî, Sêrêyên Resûl Axa û gundê Simbe, nav gundê Qulqule, rêya Pîrbadîn, sêrêyên gundê Yaxiyan û Gilolana Serê û ya Xwarê, Kanî Dirêj, rêya Selamet, ser pira Sarde Kuwîstan û seryrangeha Sarde Kuwîstan û rêya Bokan û Zavakêw”.

Herwisa li navçeya Pîr Mihemeda Bokanê, endamên Hizba Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê û logoya Hizba Demokrat, li ser daxwazên xwe yên netewî tekezî kirin û pêgeha bilind a Hizba Demokrat wek pêşengê tevgera netewî-demokratîka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê nîşan dan.

Hevdem li bajarê Mihabadê, rivîngên rêbaza şehîdan, li ser tirba şehîd Fayeq Mam Qadirî, ku di meşa şoereşa Jînayê de bi teqeya hêzên serkutkar ên rejîma Îranê hatibû şehîdkirin, alaya Kurdistanê danîn û digel rêbaza şehîdan peymana wefadariyê nû kirin.

Herwisa endamên Hizba Demokrat li gundê “Wesûkend” ê ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê û axabaniya pêşmerge çalakî lidar xistin û bi belavkirina nivîsekê, amadebûna xwe bo her pêşhat û biryareke Hizbê dane xuya.

Di çalakiyeke din de û li gundê “Gageş” ê ser bi bajarê Mihabadê, xortên Demokrat alaya Kurdistanê li ser bilindgoya Mizgevta wî gundî bilind kirin û bi dagîrkerên re dane selimandin ku heta gihîştin bi armancên xwe dest ji xebat û tekoşînê hil nagirin.

Li bajarê Pîranşarê jî, endamên Hizba Demokrat li nêzî binkeya sînorî ya hêzên rejîmê, bi bilindkirina alaya pîroz a Kurdistanê, berdewamiya xwe li tekoşîn bo gihîştin bi armancên gelê Kurd nîşan dan.

Hevdem, endamên Hizba Demokrat li ser rêya “Merîwan bo Seqiz”ê li gundên “Agce û Gogce”yê ber bi “Qemçiyan”ê ve, bi nivîsandina dirûşmên “Bijî Demokrat” û “Jin Jiyan Azadî”, çalakiya benghêjiyê lidar xistin.

Nûçe: Kurdistan Media

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin