Faris Medenî Marsîl

Faris Medenî Marsîl

NIVÎSKAR
Hemû nivîsên nivîskar >

Bîranînên Salih Ince

A+A-

 

salih-ince-doza-min.jpg

Hemşeriyê min Salih Ince bîranên xwe bi navê ”Doza min” bîranîn serpêhatî li Stockholm çap kiriye. Xweş nivîsandiye, kronolojîk e. Destê wî sax be. Latife jî kiriye û di pêşgotina xwe de navê min jî nivîsandiye ku min jê re gotiye bîranînên xwe binivsîne. Sipas dikim.

Bîranîn yek favortîtê min in, ku heta xelas nekim ji destê xwe bernadim. Bîranînên Salih jî wisa ye; belkî jî em ji heman qezayê ne tiştê ku wî nivîsandiye bala min zêdetir kêşandiye. Zimanê wê herîkbar e û sivik e.

Salih ne tenê bahsa malbata xwe dike herweha ew bahsa Pasûrê ciyê ku lê hatiye dinê dike. Bahsa weletperwer û ermenîyên Pasûrê, esnaf û xwezayîya wê. Mihemed Sozer, kurê Hesenê Zako kurdperwer bû. Paşê di partîya Dr. Şivan da jî tekoşîn da. Mihemed bi esil Ermenî bû û digot; Îdî doza Ermenîstanê nema. Divê Ermenîyên Kurdistanê, doza Kurdistanê bikin.

Salih kurê Niyazî yê ku katibê Qeymeqamiyê ye, ji ber wezîfeya bavê xwe li Hezroyê û Erxenîyê maye; li Farqînê û Pîranê dibistana navîn xwendîye bahsa serpêhatiyê xwe û kerekterên cûda yên van qezayan dike û herweha civaka wê demê û danûstendinê însanan dike. Rojek Şêx Mehşûq hat Hezroyê. Erd hejîya. Ji Mehla Binê Gund heta Zixûr ku 6-7 km heye tije xelk bû, çûbûn pêşîya şêx. Bavê min jî bawer im murîdê wî bû. Li Hezroyê xelk ketibû dorê ku ava pîyên wî yên gemarî vexun. Digotin şîfa ye. Îmana min ji wan diçû.

Piştre li Diyarbekirê li Dibistana Mamostetiyê xwendiye û di 19 saliya xwe de bûye mamoste û li gundekî Licê mamostetî kiriye. Du kurê Emîyê Tahir telebeyên min bûn. Rojek kurê wî Yemlîxan kitêbek da min got: Bavê min şand. Min lê mêze kir, Alfabeya kurdî ya Mehmed Emîn Bozarslan e. Gelek kêfa min lê hat. Li Dêrqama Jorîn mamosteyek Tirk hebû. Dêrqama Jorîn ber bi çîya 4-5 km dûr bû. Mekteba Dêrqama Jorîn li nav gund bû, mezbût hatibû avakirin. Gundîyên wê gelek alîkarîya mamoste dikirin. Navê mamoste Vural bû. Hemşerîyê Îsmail Beşikçî bû û gelek dişibîya wî. Vural însanek pêşverû bû. Rojek ez û ew li Licê çûn dikanek ku erzaq bikirin û paşê vegerin gund. Min bi dikandar ra Kurdî xeber da. Dikandar zanibû Vural Tirk e, bi Tirkî bersîva min da. Vural got: Çima bi Kurdî deng nakî. Wayê bi te ra Kurdî diaxive. Mêrik şerm kir. Mişterîyên wî mamosteyên Tirk yên gunda bûn. Di ava wan da diçû, nedixwest rengek Kurdîtîyê bide xwe. Lîcî ne kesê usa bûn. Herkes bi Kurdî diaxive û bi Kurdîtîya xwe jî sebilind in.

Salih eskerîya xwe wek mamostê ”Eli Okulu” li Farqînê û Bismîlê kiriye; ev dem dema 12ê Adara 1971 e ku li tirkiyê leşker midaxelyê karînê kiriye û bahsa rewşa wê demê û tiştê ku jiyaye ye, dike. Tije navê nas, navdar û serpêhatî..bi zevq meriv dixwîne….

Di Tebaxa 1974ê de tê Swêdê. Dema dema komeleyan in. KSSE perçe bûye, AKSA derketiye, reqabeta navbera wan dike. Rewşa Kurdên wê demê yên Swêdê dike. Meriv tişt jê fêr dibe. Di sala 1978ê de dibe endamê PSKT û 1984ê de vediqete, di vê beşê de bahsa xebata xwe, têkiliya nav endaman, xebat Komkar û Roja Nû û veqetandina Zekî Adsiz dike.

Wextê Burkay cara yekemîn hatibû Swêdê xwepêşandanek li Stocholmê, li Sergelstorgetê hebû. Henîfî Celebli bi otomobîl ji wir tê an dice baş nayê bîra min, Burkay jî digel wî bûye. Henîfî ji ronîya sor derbas dibe. Polîs wî disekinîne û dibejê: Tu ji ronîya sor derbas bûyî. Henîfî îtîraz dike. Burkay bi pasaportek sexte ya Qibrisê hatibû û dixwest ji axaftinên digel polis dûr be. Rojek me di nav xwe da wê meselê xeber dida, Henîfî hêna jî li ser a xwe bû û digot. Na ez ji lambeya sor derbas nebûm. Polîs derewan dike. Burkay, bi dengê xwe yê lawaz û bi sitîlek nermane got: Henîfîcîgîm, zavalli polîs senî nasil îkna etsîn.

Salih di pêvejoya avakirina FKKS de li ser navê komeleya xwe Komkarê û bi hevalê xwe yên siyasî re roleke sereke lîstîye. Ji ber sedemên seroktiyê di destpêkê de Federasyon bê serok maye du sal bi hevseroktityê hevbeş kar ji aliyê wî û Keya Îzol ve hatiye meşandin.

Salih dibêje ku, di sala 1982 dubendîyek dijwar neketa navbera KIP/DDKDê û PPKK -Pêşeng- ava nebibûna tu carî ew niakribû bibe serok. Li gorî ew dibêje; PPKK û PSK digel hev bûn, lê ne ji dil. Reqabeta navbera wan berdewam bû, PSK ji vê perçebûna KIPê dixwest maksîmal îstîfade bike, PPKK jî dixwest KIP bê hêz bike. Keya gelek doza serokatî dikir, lê li gel KİPê bû. Ev rewşek nû bû û îmkana ku em serokatî bi dest bixin peyda dikir. Ez bûm serok û Eşref berpirsiyariya Berbangê girt ser xwe.

Cegerxwîn di sala 1980î de hatibû Swêdê bi cî bibû. Navbera Salih û Cegerxwîn gelek baş e, Cegerxwîn ji partiya Pêşverû ya Kurdên Sûriyê ya Hemîdê Hecî Derwiş bû; di navbera partîya wî û PSKTê de hevkariyek baş hebû; KOMKAR wî dibir Almanyayê şevên xwe. Cîgerxwîn rojek bi acizî dibêje: Ya axî, Kurdê me bi Tirka ra dizewicin dibin Tirk. Wan bikin Kurd.

Li Sûrîyeyê çend şoreşgerên Dîyarbekirî diçin zîyaretîya wî. Bi Kurdî nizanin û bi Cigerxwîn ra Tirkî diaxivin û axaftin tê wergerandin. Cegerxwîn digot: Min digot, Sen Dîyarbekirî, sen Kurd. Wan digot: Yox ben Kurdî bilmez. Ji bo Cîgerxwîn divîyabû her Kurdek zimanê xwe zanibe û pê bipeyive. Ya na tiştek ne normal bû.

Salih li gel xebata xwe ya siyasî sivîl û kulturî bahsa malbata xwe û trajedîya ku jiyaye jî dike…. Sala 1994 felaketek bi serê min da hat. Min hevjina xwe û kurê xwe yê heft salî Kendal, bi gorî kiribû. Nîvê min jî ketibû nava tabûta piçûk a kurê min. Ez tevî kurê xwe yê du salî nîv mirov mabûm, nîvê min çûbû. Min ji kurê xwe yê ku miribû ra digot Cano. Min di nav daristana da bi dengê bilind bang li wî dikir û digirîyam. Bi şev bi girîn şîyar dibûm. Ji cehennemek bêdawî derbas dibûm.

Salih di Platforma Yekîtîya Şoreşger û welatparêzên Kurdistanê de ci stendiye û kordinatorê grûbê bûye grûp bi navê Bergeh kovar derxistiye ew di redaksiyoan kovarê de bi navê. S. Ferman cî girtiye, bûye berpirsê weşanxaneya Vejînê jî

Piştre 1998ê de Weqfa Çandî ya Kurdî li Stockholmê ava kirine û ew bûye serokê weqfê û dûrudirêj bahsa xebat û projeyên weqfê dike; çawa ji Bakurê Kurdistanê xwendekar anînê bajarê Uppsalayê û çawa li ser navê Weqfê li Diyarbekirê Navenda Kiteb û Çanda Zarokan Kurdî Astrid Lîndgren vekirine û asteng û zahmetiyên wê û bahsa projeya 120 hezar pirtûkên Kurdî ya zarokan bê sansur û vekirî dike û dibêje; Proje bi rêdana AKP, bi taybetî jî bi hewildana Abdullah Gül bi ser ket.

Salih İnce DOZA MİN bîranîn serpêhatî 234 rûpel bi risim Çapa yekem: Apec, Stockholm 2020 ISBN: 9789197310307 Kurdiska kulturstiftelsens bokförlag Edresa têkilîyê: [email protected] Meriv dikare li weşanxaneya APECê Kitêbê bikire.

 

Önceki ve Sonraki Yazılar

YAZIYA ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin