Bi katyûşa êrişî Pêşmerge kirin

Bi katyûşa êrişî Pêşmerge kirin

.

A+A-

Li navçeya Pirdê ya Kerkûkê bi katyûşa êrişî xalên Hêzên Pêşmerge kirin.

Berpirsê Eniya Rojava li Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji Rûdawê re ragihand ku êvara îro Sêşemê 7ê Kanûna 2021an hejmarek ji katyûşa li navçeya Pirdê arasteyê xalên Hêzên Pêşmerge hatin kirin.

Her derbarê vê êrişê de çavkaniyek ji polîsê Kerkûkê ji Peyamnêrê Rûdawê Hîwa Husamedîn re ragihan ku ji aliyê bakurê Kurkûkê ve 4 katyûşa arastiyî sengerên Hêzên Pêşmerge li Çemezerdeleyê li nêzîkî navçeyê Pirdê kirin.

Heman çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir ku kemêk pêş niha li nav gundên Dubizê û Bîrespaneweyê çar guleyên katyûşa aresteyî sengerên Pêşmerge hatine kirin û ti ziyanekê wan nebûya û hêzên polîs ê Pirdê û artêşa Iraqê bo cihê katyûşa jê hatine avêtin çûn.

 Bi gotina wê çavkaniyê çend kesên gund dema ku katyûşa aresteyî hêzên Pêşmerge hatine kirin dîtine.

Ev yek di demekê de ye ku di nava çend rojên borî de hêzên Pêşmerge li herêmê rastî çend êrişên çekdarên DAIŞê DAIŞê hatin û di encam de hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd û birîndar bûne.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin