Bi dehan hezar geştyaran berê xwe dane Kurdistanê

Bi dehan hezar geştyaran berê xwe dane Kurdistanê

Ji ber cejna Qurbanê, hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye û li gor amaran niha nêzîkî %95 ji hotêl û cihên geştyariyê yên li Kurdistanê, tijî geştyar bûne, ku bêhtir ji başûr û naverasta Iraqê û Rojhilatê Kurdistanê hatine.

A+A-

Ji ber cejna Qurbanê, hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê gelek zêde bûye û li gor amaran niha nêzîkî %95 ji hotêl û cihên geştyariyê yên li Kurdistanê, tijî geştyar bûne, ku bêhtir ji başûr û naverasta Iraqê û Rojhilatê Kurdistanê hatine. Niha bihtir ji %95 ji Hotêl û Motêlan tijî geştiyar bûne.

 

Berpirsên geştûguzariyê pêşbînî dikin, di vê cejnê de, hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê, hejmara rekordê tomar bike.

 

Berdevkê Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, Nadir Rûstî dibêje, li hotêl û motêl û gundên geştyariyê, cihê mana 71 hezar geştyaran heye.

 

Nadir Rûstî got, ew geştyarên ku li senterên bajaran cihê manê bidest wan nakeve, dikarin li derveyî bajaran bimînin.

 

Bi gotina Rûstî, tevahiya hotêl, motêl û cihê manê li parêzgehên Hewlêr, Silêmanî, Duhok û Helebceyê ji geştyaran tijî bûne û tekez kir, hatina geştyaran bo Herêma Kurdistanê berdewam e û weke mînak tenê roja bihorî 120 otubus ji xalên kontrolê derbasî nav Hewlêrê bûne.

 

Berî hatina Cejna Qurbanê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê, bi mebesta selametiya geştyaran û bi hevahengî ligel Desteya Geştûguzariyê hejmarek ji rênimayî derxistin.

 

Berpirsên aliyên pêwendîdar jî, bi rêya tîmên taybet ên çavdêriyê, cîbicîkirina rênimayan dikin, bi taybetî li navçeyê çiyayî û nêzîkî çem û rûbaran.

 

Qaymeqama Şeqlaweyê, Ciwan Refîq jî da xuyakirin, ku wan li Şeqlawe xwe ji pêşwaziya geştyaran re amade kiriye.

 

Ciwan Refîq got, wan li Şeqlawe, Rêveberiya Geştûguzarê heye, ku wan jî amadekarî û planên xwe hene.

 

Bi gotina Qaymeqama Şeqlaweyê, di rojên cejnê de nêzîkî 8 hezar kes li nav bajarê Şeqlaweyê dimînin û tekez kir, li gor pêşbîniyên wan heta rojên dawiyê yên cejnê dê hejmara geştyarên li Şeqlaweyê bigihe 20 hezar kesan.

 

Li gorî amarên Desteya Geştûguzariyê, di 6 mehên seretayî yên îsal de, nêzîkî 1 milyon û 700 hezar geştyarî hatine Herêma Kurdistanê, piraniya wan ji başûr û naverasta Iraqê û Îranê û Rojhilatê Kurdistanê hatine.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin