Beşikcî: Pêwîste Kurdên her çar perçeyê hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin

Beşikcî: Pêwîste Kurdên her çar perçeyê hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin

"Hewlên dîplomasîyên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên li ser asta navxweyî û navçeyê da, bûne cihê balkêşîya tevahîya Kurdan û berdewambûna van hewlan jî gelek girînge”.

A+A-

Beşikcî: Pêwîste Kurdên her çar perçeyê hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin

Bîrmend û dostê doza Kurd li cîhanê Îsmaîl Beşikcî, li hevpeyvîneke taybetî ya li gel malpera fermî ya Partîya Demokrata Kurdistanê da, behsa çendîn pirsên rojevê yên li ser asta herêmî û navdewletî da dike û dibêje: Ew guhertinên li cîhanê rû didin, zêdetir sûda wan ji bo Kurdan dibê, heman demê de got: Hewlên dîplomasîyên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên li ser asta navxweyî û navçeyê da, bûne cihê balkêşîya tevahîya Kurdan û berdewambûna van hewlan jî gelek girînge”.

Îsmaîl Beşikcî di derbarê binpêkirina tixûbên Herêma Kurdistanê ji alîyê tirkîye ve û hebûna PKK li Herêma Kurdistanê da got: “Nabê Herêma Kurdistanê bibê qada şerê hêzên tirkîye û PKK û bi sedema hebûna PKK ve jî, tirkîye niha tixûbên wê binpêkirîye. Ji bo wê yekê jî eve şaşîyeke, nabê Iraq jî tenê şermezar bike, divê Iraq serwerîya xwe biparêze. Ji ber ku tirkîye dixwaze tixûb dagîr bike û PKK jî dixwaze tirkîye bikşîne nav axa Herêma Kurdistanê”.

Beşikcî di derbarê maddeya 140 û ew navçeyên ku Pêşmerge li wan deveran nemane got: “Li wan navçeyên ku Pêşmerge lê nemane, rojane xelk tê îşkence kirin û dexl û danê welatîyan tê şewitandin û welatîyên Kurd jî ji alîyê Da’îş ve têne revandin û hêzên Iraqî jî nikarin Kurdan biparêzin. Ji bo wê yekê jî pêwîste Pêşmerge vegerê wan navçeyan”.

Îsmaîl Beşikcî, di derbarê nêrîna niha ya cîhanê beramber Herêma Kurdistanê dibêje: “Welatên cîhanê girîngîyê didin Herêma Kurdistanê, ew guhertinên li cîhanê jî rû didin, zêdetir sûda wan ji bo Kurdan dibê û hewlên dîplomasîyên Serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî yên li ser asta navxweyî û navçeyê da, bûne cihê balkêşîya tevahîya Kurdan û berdewambûna van hewlan jî gelek girînge”.

Li dawîyê de Beşikcî dibêje: “Bi dest ve anîna mafên Kurdan li rêya dîplomasî û sîyasî ve gelek girînge, Serok Mesûd Barzanî li vî warî de keseke bêwêneye û rola wî ya li vê proseyê da gelek girînge. Serok Barzanî li tevahîya Kurdistanê û ji alîyê welatên cîhanê ve jî serkirdeyekê girînge û cihê rêzê ye, ji bo wê yekê pêwîste Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê sûd ji helwest û nêrînên wî werbigrin û hewlên Serok Barzanî bilind binirxînin”.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin