Beşîkçî: Divê Kurd bibin xwedî dewlet

Beşîkçî: Divê Kurd bibin xwedî dewlet

Beşîkçî dîyar kir, pirsgirêka herî mezin a rojhilata navîn pirsgirêka Kurdan e û heta Kurd nebin xwedî dewlet, nabin xwedîyê çi tiştî.

A+A-

 Navenda NûçeyanCivaknas Îsmaîl Beşîkçî, ku dostek derîn ê Kurdan tê naskirin, li Stenbolê di merasîmekê de ragihand, ji ber parçebûna Kurdistanê, dijminên Kurdan gelekî zêde ne, lê ti dewletên dostên Kurdan, nîn in. Beşîkçî herwiha dîyar kir, pirsgirêka herî mezin a rojhilata navîn pirsgirêka Kurdan e û heta Kurd nebin xwedî dewlet, nabin xwedîyê çi tiştî.

Civaknasê navdar yê Tirk Îsmaîl Beşîkçî yê ku wek dostê Kurdan tê nas kirin li stenbolê beşdarî merasîma 8 salîya damezrandina weqfa Îsmaîl Beşîkçî bû.Di merasîmê Îsmaîl Beşîkçî ragihand li rojhilata navîn pirsgirêka herî mezin ewe ku mafê Kurdan nehatîye dayîn û ji bo çareserîya vê pirsgirêkê divê Kurd bibin xwedî dewlet. Beşîkçî herwiha dîyar kir her çar dewletên ku axa Kurdistanê li ser wan hatîn belav kirin ti cara nexwestine meseleya Kurdan çareser bikin û li ser navê terorê êrîşî Kurdan kirine.

Îsmaîl Beşîkçî (civaknas) got: ''Li rojhilata navîn pirsgirêka herî mezin pirsgirêka Kurdan e.Çar dewletên ku axa Kurdistanê li ser wan hatîn belav kirin ti cara nexwestîne vê pirsgirêkê çareser bikin.Ti dostên Kurdan nînin lê dijminên Kurdan gelek in lê her çawe jî be divê Kurd ji xwe bipirsin gelo ew dewletê dixwazin yan na.Heta ku Kurd nebin xwedî dewlet nabin xwedîyê ti tiştî.''

Di merasîmê de kar û xebatên weqfê yên ku di van 8 salan de kirin jî hatin nişandan û kesên beşdarî merasîmê bûyîn ragihandin îsmaîl Beşikçî herdem li ser Kurd û Kurdistanê xebitîye û fikrên wî bandorek mezin li ser wan dike.

Celal Temel (lêkolîner) dibêje:

''Tesîra wî pir zêdeye ,mamoste îsmaîl an jî wek em dibêjin Îsmaîlê derguşvan.Fikrên wî safîye ,dibêje hertişt ji bo Kurd û Kurdistanê ye. Li ser axa Kurdistanê eve zêdetirî sed sale tiştên nexweş çêdibe û Îsmaîl Bşîkçî van tiştan ji me re dibêje ,Fikra netewetî ye.''

Di vê merasîma ku 8 salîya damezrandina Weqfa Îsmaîl beşîkçî hatî piroz kirin de Kurdên stenbolê eleqeyeke mezin nişan dan û ragihandin karên vê weqfê ji bo Kurdan gelekî giring in û ew jî fikrên Îsmaîl beşîkçî sûdên mezin werdigirin.

K24

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin