Beşar Esed: Rewşa bakurê Sûrîyê ne wek ya bakurê Iraqê ye

Beşar Esed: Rewşa bakurê Sûrîyê ne wek ya bakurê Iraqê ye

Serokê Sûriyê Beşar Esed radigihîne, ji bêhtirî 70 ji sedî ji bakurê Sûrîyê bakurê rojhilatê Sûrîyê xelkê wê Ereb in. Ne wek dewlet û ne wek gel, ne îro û ne sibe pêşnîyaza cudaxwazîyê qebûl nakin.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Serokê Sûrîyê Beşar Esed di hevpeyvînekê bi kenala Russia24 û Sputik ên Rûsî re ragihand, derbarê hêzên Kurdî de şaşîtîyek heye û ev nav ji alîyê welatên rojava ve tê got, ji bo dîyar bikin ku ev hêz hêzeke Kurdî û ev xak, xakeke Kurdî ye. Ya rast ev xak Erebî ye û ji bêhtirî 70 ji sedî xelkê wê Ereb in.

Esed ragihand: Amerîka piştavanî û serkirdatîya wê hêzên da Kurdan, ji bo nîşan bide ku ev herêm ya Kurdan e û nakokîyê bixe di navbera Kurd û netewên din, lê ev yek nayê wê wateyê ku hemû Kurd ne niştimanperwer in, belkû piranîya Kurdan bi dewleta Sûrîyê re ne. Tevî piştevanîya Amerîka ji hin grûpên di nava wê de, lê pêwendîya me bi wan re her berdewam bû.

Got jî: Niha guftûgo hene ji bo ev hêz vegerin nava artêşa Sûrîyê. Heger pabendbûn bi destûrê bê kirin, wê demê aramî dê peydakirin.

Li ser hebûna Kurdan li Sûrîyê Serokê Sûrîyê got: Kurd ji çend dehsalan ve li Sûrîyê ne û ti pirsgirêk bi wan re nîn e, lê hin grûpên cudaxwaz hene, pirsgirêk bi wan re ye, ji ber ku ew daxwaza cudaxwazî û federalîyê dikin. Heger kesek divê daxwaza federalîyê bike, divê Ereb bin, ji ber ku piranîya xelkê wê herêmê Ereb in. Rewşa bakurê rojhilatê Sûrîyê ne wek ya bakurê Iraqê û başûrê rojavayê Tirkîyê ye.

Beşar Esed tekez kir jî: Ne wek dewlet û ne wek gel, ne îro û ne sibe pêşnîyaza cudaxwazîyê qebûl nakin.

Li ser rola YPGê di Sûrîyê de, Beşar Esed got: Hemû Sûrîyan berevanî li xaka xwe kirin. Ez vê berevanîya wan naxim çarçoveya sîyasî, ji ber ku wê bixim çarçoveya sîyasî, tê wê wateyê ku ez destxweşîyê Amerîka dikim, hêzên ku Amerîka piştevanî lê dikir, şerê DAIŞê dikirin. Divê em cudabûnê bixin navbera kesên berevanî li xaka xwe kirine û ecindeyên sîyasî, ji ber ku ew ecindeyên Amerîka ne.

Ev daxuyanîyên Serokê Sûrîyê di demekê de ye, YPG û HSD çend sal in li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê rojhilatê Sûrîyê) desthilatdar in û hebûna hêzên Sûrî li piraniya herêmên Kurdî nebû. Tenê piştî êrîşa artêşa Tirkîyê ser Rojavayê Kurdistanê bi taybet Girê Sipî û Serê Kanîyê, artêşa Sûrîyê bi rêkeftina HSDê re, beşek ji hêzên sînorparêz ên Sûrîyê li ser sînorê bi Tirkîyê re belav bûbûn.

Herwiha berî çend rojan dîsa Serokê Sûrîyê daxuyanî li dijî PYD Xweser û HSDê dabû, PYDê jî di bersiva wî da û ragihandibû, PYDê ji sala 2011an hêza sîyasî ya herî zêde ye ku banga çareserîya Sûrî kirîye. Herwiha berê û niha jî li dijî destêwedana derveyî ye, lê hikumeta Sûrîyê bi siyasetên xwe yên çewisandinê berdewam kir û xwe ji çareserîyên sîyasî û demokratîk dûr xist.

Herwiha PYD di daxuyanîya xwe de gotibû: Divîyabû rejîma Sûrîyê medalya rûmetê pêkêşî her şervanekî HSDê û hêzên sîyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bikira, ji ber serkeftinên wê yên li dijî dijminan bi dest xistin. Daxuyanîyên Esed yekitîya me ya li dijî dagîrkerîya Tirk lewaz dike.

Çavkanî: K24

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin