Beşar Esed: Divê Tirkîye ji xaka Sûrîye derkeve

Beşar Esed: Divê Tirkîye ji xaka Sûrîye derkeve

Serokê Sûrîye Beşar Esed careka din aşkere kir ku Tirkîyê xaka Sûrîyê dagir kirîye û divê Tirkîye ji Sûrîyê derkeve û Rûsya jî piştevanîya Tirkîyê nake.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Îro roja sêşemê 10-12-2019an Serokê Sûrîye Beşar Esed di hevpeyvîna xwe ligel qenal a telewizyonî ya Italî Rai News 24 ra axivî û got: “Serwerîya Sûrîye, yekparçeyîya xak a Sûrîye, bi dagîrkerîya Tirkîye ya hin deverên Sûrîye di metirsîyê de ye. Tirkîye divê derkeve!”

Herwiha Esed destnîşankir, ku Tirkîye li Idlibê piştgirîya El Nusra dike, herweha li bakurê Sûrîye xaka Sûrîye dagîr kirîye. Ji alîyê sîyasî ve, rewşa Sûrîye tevlîhevtir dibe. Jiber ku welatên, destwerdanê dinav Sûrîye de dikin zêde dibin. Krîz berferehtir dibe.

Di berdewamya axaftina xwe jî da Esed liser pêwendîyên Rûsya ligel Tirkîye jî axivî û ragihand ku Rûsya piştgirîya Tirkîye nake û jîn ev rastîyek e.

Çavkanî: Basnews

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin