Behçet Epozdemir wefat kir

Behçet Epozdemir wefat kir

Endamê Meclisa Partîya PSK'ê û Endamê Rêveberîya Kurt-Kavê Behçet Epozdemîr îro li Stenbolê wefat kir.

A+A-

Navenda Nûçeyan Epozdemîr di sala 1965'an de li gundê Minar a Sêrtê hatibû dinê. Di dibistana seretayî de di nav DDKD'ê de cih girtibû û serdema wî ya têkoşînê bi vî awayî dest pê kiribû. Epozdemîr ku di destpêka salên 90'î de di nav HEP û DEP'ê de jî cih girtibû paşê veqetîya bû û salên dirêj di nav HAK-PAR'ê de kar kiribû. Her wiha wî ji bo Kurt-Kavê jî gelek ked dabû û herî dawî di nav endamên rêveberîyê de bû jî.

Piştî ku PSK li Tirkîyeyê bi awayekî fermî dest bi xebatê kir, Epozdemîr di nav wê de cih girt û endamê Meclisa Partîyê yê PSK'ê bû.

Behçet Epozdemîr bi qansêra lenfoma ketibû, ev hefteyek bû li Stenbolê li nexweşxaneyek di beşa nexweşên giran de bû û îro wefat kir.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin