Baroya Şirnexê li ser birîna daran gilî tomar kir

Baroya Şirnexê li ser birîna daran gilî tomar kir

Baroya Şirnexê li ser birîna daran gilî tomar kir

A+A-

Hewlêr (Rûdaw) - Baroya Şirnexê li ser birîna darên daristanên navçeyê ku bi hincetên ewlehiyê tên birîn, li dozgeriyê gilî tomar kir. Serokê Baroya Şirnexê derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “Birîna daran hêj jî berdewam e. Ti peywendiya birîna daran bi ewlehiyê ve nîne. Ev yek ji bo rantê ye û hinek kes ji vê yekê menfeatê bidest dixin. Me jî li ser vê yekê gilî tomar kir.”

Ev heyameke dirêj e bi hincetên ewlekariyê, di bin kontrola leşkerên Tirkiyê de beşeke zêde ya darên daristanên Bakur û Başûrê Kurdistanê ji aliyê kompaniyên taybet ve tên birîn û piştre tên firotin.   Parêzer Fadil Tay îro 7ê Cotmeha 2021an li ser navê Komîsyona Jîngeh û Bajêr ya Baroya Şirnexê derbarê birîna wan daran de bi daxwaznameyekê li dozgeriya Şirnexê gilî tomar kir.

Di daxwaznameyê de li ser kesên ku daran dibirin, daxwaza birîna daran dikin û ji bo birîna daran îhaleyan vedikin gilî hatiye tomar kirin.

Di daxwaznameyê de hatiye gotin, “Li gor amarên nû yên Rêveberiya Deverê ya Daristanan a Rijhayê li Şirnexê û navçeyên wê ji sedî 36ê rûberê wê daristan in. Ligel vê yekê li gor parvekirina Rêveberiya Giştî ya Daristanan ku 18ê Sibatê li ser malpera xwe ya Facebookê belav kiriye rêjeya daristanên Şirnexê ji sedî 44 bû. Dema em li herdu amarên Rêveberiya Daristanan dinêrin, em dibînin ku  di nava mehên Sibat û Îlonê di demê 6 mehan de  ji sedî 7ê daristanên li Şirnexê kêm bûne.”

Di daxwaznameyê de hatiye tekezkirin ku vekirina îhaleyan a ji bo birîna daran ji derveyî yasayê ye û tê gotin, “Kesên ku îhaleya daran vedikin û îhaleyê bidest dixin di çarçoveya yasaya 235emîn a destûra Tirkiyê de tawanê dikin. Divê di çarçoveya maddeyên destûra bingehîn de ji bo bi dawîanîna têkdana daristanan demildest derbarê kes û saziyên ji vî karî berpirsyar de lêkolîn bên destpêkirin û ew kes bên cezakirin.”

Serokê Baroya Şirnexê Rojhat Dilsiz derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û amaje bi wê yekê da ku ev demek zêde ye ew lêkolînan li ser birîna daran dikin û wan raporeke 10 rûpelî amade kiriye.

Rojhat Dilisiz dibêje, “Ev dar ji aliyê kompaniyên taybet tên birîn. Hêzên emnî dibêjin ew dar bi sedemên ewlehiyê tên birîn, lê em jî dizanin ku ti peywendiyeke vê yekê bi ewlehiyê ve nîne. Ev yek ji bo rantê ye û hinek kes ji vê yekê menfeatê bidest dixin û ji ber vê dar tên birîn. Me jî li ser vê yekê gilî tomar kir.”

Serokê Baroya Şirnexê destnîşan kir ku birîna daran li navçeyê hêj jî berdewam e û got, “Piraniya darên tên birîn darên daristan in û beşeke darên welatiyên ku gundên xwe bicih hêlane jî tên birîn. Hejmareke zêde ya darên ku tên birîn li Bakurê Kurdistanê tên birîn, lê li nav sînorên Başûr jî dar tên birîn.”

Welatiyên ku dar û daristanên wan tên birîn beriya niha jî serî li Walîtî, Rêveberiya Daristanan a Şirnexê û Rêveberiya Deverê ya Daristanan a Rihayê dabûn û bi daxwaznameyan xwestibûn ku birîna daran bê rawerstandin. Lê hemû ew daxwazname hatibûn red kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin