Baro merasima dadî li koşka serokkomar şaş dibînin

Baro merasima dadî li koşka serokkomar şaş dibînin

Baroyên Bakurê Kurdistanê dibêjin ew amadekarîyan dikin ku merasîmeke alternatîf li Diyarbekirê li dar bixin.

A+A-

Di 2ê Îlonê roja Dûşemê li Koşka Serokomariyê ya Tirkiyeyê merasîma vekirina serdema dadî tê li darxistin û bo merasîmê baro jî hatin vexwendin. Li ser vexwendinê 42 baroyan dan zanîn ku ew tevlî merasîmê nabin û nabe ku merasim di koşka serokomariyê de were li dar xistin. Baroyên Bakurê Kurdistanê jî dibêjin ew amadekariyan dikin ku merasîmeke alternatif li Diyarbekirê li dar bixin.

Li Tirkiyeyê serdema nû ya dadî 2ê Îlonê de bi merasîmeke li koşka Serokomariyê dest pê dike. Bo merasîmê jî baro hatine vexwendin. Wek bersiva vexwendinê 42 baroyan ragihandin ku ew tevlî merasîma vekirina serdema dadî nabin û li darxistina merasîmê di koşka serokomariyê de şaş dibînin. Yek ji baroyên ku bersiva neyînî da ye vexwendinê jî Baroya Diyarbekir e ku Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin dibeje divê daraz serbixwe be lê li darxistina merasîma di koşka serokomariyê de dide nîşan ku daraz di bin bandora desthilatdariyê de ye.

Cîhan Aydin, dibêje:"Baroya Diyarbekirê rêxistineke wisa ye ku di bin hemu şert û mercan de serbixweyîya darazê diparêze. Divê daraz nebe wek saziyek girêdayî desthilatê. Ev yek pergala hiquqê serobina dike. Ji ber vê yekê ne pêkane ku Baroya Diyarbekir tevlî vê merasîmê bibe."

Di îlona sala 2016ê  ku rastî piştî hewla kodetaya leşkeri tê cara yekem merasîma vekirina serdema dadî li koşka serokomariyê hat li darxistin û 2017ê de li ser bertekan di Avahiya Dadgeha Bilind de hat li darxistin lê di 2018ê de careke din navenda merasîmê bibû koşka serokomariyê . Hevserokê Komeleya Hiquqnasên Azadîxwaz Bunyamîn Şeker jî amaje kir di demek ku binpêkirinên giran ên hiquqî de helwest a rast ew e ku hiquqnas tevlî vê merasîmê nebin.

Bunyamîn Şeker- Hevserokê Komeleya Hiquqnasên Azadîxwaz, got:"Bi vexwendina Baroyan bo merasîmê dixwazin Baroyan jî têxin bin hikmê desthilatdariyê. Lê baro tevlî vê merasîmê nabin. Baro dibêjin em ê azad bin. Ji ber vê yeke jî gelek baro tevlî merasim li koşka serokomariyê nabin."

Baroya Diyarbekir bang li baro û hiquqnasên ku tevlî merasîma koşka serokomariyê de nabin dike ku 2ê Îlonê de li Diyarbekirê werin cem hev û merasîmeke alternatif li dar bixin. Armancek ji merasîma alternatif ew e ku were nişandan gelek caran hiquq li Enqereyê cûda û li Bakurê Kurdistanê cuda dimeşe.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin