Banga Pîrên Elewiyên Dêrsimê; ‘Li zimanê xwe xwedî derbikevin’

Banga Pîrên Elewiyên Dêrsimê; ‘Li zimanê xwe xwedî derbikevin’

.

A+A-

 Li parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê, pîrên yek ji Ocaxên Girîng ên Elewiyan ku Ocaxa Qureyşî ye banga xwedîlêderketina zimanê dayîkê kirin û dibêjin “Divê herkes bi zimanê xwe li gel Xwedê biaxive ji bo ku Xwedê duayên wan qebûl bike.” Herwiha dibêjin “eger em zimanê xwe ji bîr bikin, em ê baweriya xwe jî ji dest bidin.”

Li Dêrsima ku herî zêde Kurdên elewî lê dijîn, pîrên Elewî hişyarî didin ku eger Kirmanckî neyê axaftin dê hem ziman û hem jî Elewîtî ji holê rabe.

Elewiyên Dêrsimê ên ser bi Ocaxa Qurêşî di axaftina xwe de dibêjin, “zimanê me zimanê Ewliya, pîr û rêberên me ye. Tu zimanek ne di ser yekî din re ye. Nabe mirov dev ji zimanê xwe berde û bi zimanekî din nimêj û dûayên xwe bike. Divê herkes bi zimanê xwe li gel Xwedê biaxive ji bo ku Xwedê diayên wan qebûl bike.”

Endama Ocaxa Qurêşî Zekiye Sarî dibêje: “Zimanê me zimanê me yê dayikê ye. Eger em zimanê xwe winda bikin, em dê Elewîtiya xwe jî winda bikin. Eger em bi Tirkî biaxivin, em Elewîtîya xwe jî ji bîr bikin. Çi dibe bila bibe, piştî vê yekê zarokên kê  çêbibin, bila hînî zimanê xwe û Elewîtiyê bikin, pêwîstiya me ev e. Neviyên min her roj tên cem min, 7 neviyên min hene, her roj tên û ji min dersan digirin, ez ders didim wan.”

Mile Ahmet Aktaş ê ku li Dêrsimê merasîma cenaze pêk tîne jî got: “Zimanê me zimanê pîroz, pîr, û baweriya me ye. Helbet em zimanê xwe ji bîr nakin. Divê her kes bi zimanê xwe gazî Xweda bike da ku Xweda daxwazên wan qebûl bike. Ku hûn dev ji zimanê xwe berdin û bi zimanekî din dua bikin ev yek nabe, Xwedê ev ziman daye we, çima hûn înkar dikin, înkar nekin, ez vê ji birayên xwe dixwazim. Bila kes, zimanê bav û kalên xwe ji bîr neke, zarokên xwe hîn bikin da ku ziman û baweriya we berdewam be.”

Welatî Nurten Ulak jî got: “Zimanê xwe ji bîr nekin û her tim bipeyivin, em ji neviyên xwe re dibêjin, zimanê xwe ji bîr nekin û biaxivin, berê pîrên me dihatin gulbangek didan, lê niha pîr û rayver nemaye.”

Endamê Ocaxa Qurêşî Mehmet Yildiz jî got: “Li Dêrsimê me hemûyan her tişt ji bîr kir. Cemxane, ol, îman û zimanê me tenê gelê me yê li dervayî welat dijîn, zindî dihêlin. Lê me li Dêrsimê her tişt ji bîr kir, me ziman û baweriya xwe ji bîr kir. Gotin û îtîbar nema, eger dê û bav, gelê me, cîranên me vê baweriyê ji nû ve fêrî zarokên xwe bikin, dê her tişt vegere.”

 

KAYNAK: RÛDAW

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin