Banga mamoste û xwendekaran: Dersa Kurdî hilbijêrin

Banga mamoste û xwendekaran: Dersa Kurdî hilbijêrin

.

A+A-

Wezareta Perwerde ya tirkiyê rêziknameya ji bo dersen bijarte ji rêvebirîyên perwerdeya bajaran re şand û proseya dersen bijarte despê kir. Li gor rêziknameya wezaretê, xwendekarên dibistana navîn yên polên 5-6-7 û 8an ji 3 ta 21ê Çile dikarin serî li rêvebirîya dibistanên xwe bidin û Kurmancî û Zazakî weke dersen bijarte hilbijêrin. Dema ku li dibistanekê deh kesan ji bo dersen bijarte yên Kurdî serlêdan kirin polek ji bo wê waneyê tê vekirin û mamosteyekî/e Kurdî ji alîyê wezarêtê ve tê wezîfedarkirin. Sazîyên civakî û mamosteyên Kurdî bang li malbatên Kurd dikin ku ew dersen Kurdî ji bo zarokên xwe hilbijêrin.

Li tevahîya dibistanên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ji bo sala 2022-2023an proseya dersen bijarte yên Kurdî roja 3ê Çile destpê kir û dê heta 21ê Çile berdewam be.

Wezareta Perwerdeyê ya Tirkiyê rêziknameya dersen bijarte ji hemû parêzgerîyan re şand ku xwendekarên dibistanên navîn yên pola 5-6-7-8an bi serlêdanê dê bikarin weke dersên bijarte Kurmancî û Zazakî hilbijêrin. Înîsîyatîfa Mamosteyên Kurdî ku temamê wan derçûyên beşa mamostetîya Kurdî ne lê nehatine tayînkirin, ji bo palpiştîya malbat û xwendekaran bi Kurmancî-Zazakî û Tirkî anîmasyonek amade kirine ku tê de serlêdana dersen bijarte tê ravekirin.

Yek ji rêyên serlêdana dersen bijarte jî serlêdana online ku hinek dibistan bi vê rêbaza online jî serlêdanan qebûl dikin.

Dr.Kenanê Nado, Mamosteyê Zaningeha Artûklû ya Mêrdînê, dibêje, “Dayik û bavên Kurd bi taybetî Kurd divê çima vê derse hilbijêrin ez bi kurtî wiha bejim; Bi hilbijartina dersen Kurdî di nav dibistanên Tirkiyê de berî her tiştî Kurdî meşru dibe. Kurdî ji dest û lepên sîyasetê ji dest û lepên tirsê ji her tiştî difilite wekî hemû zimanan. Wekî din prestîja Kurdî li cem zarokan, di nav xelkê de zêde dibe. Prestîja Kurdî di nav bazarê de, di nav mektebe bi xwe de, însan dê li Kurdî bi çevek weke li zimanên din dinêrin dê binêrin. Ya sêyem bazara Kurdî fireh dike, mesela pirtûkên zarokan an jî pirtûk bi giştî dê bikeve destê zarokan yên bikeve nav mekteban. Dê bigihîjin dê û bavan, malan. Herwiha Kurdî li cem zarok bi xwe bi qîmet dibe. Ew zimanê tene ku di malê de hepiskirî bimîne cûda ye, di dibistanê de bi mamosteyê xwe re biaxive ku ew mamosteyê xwe weke otorîteyek fermî qebûl dike bi axaftina Kurdî ya bi mamosteyê xwe re hem ji alîyê mejî ve, hem ji bo fikren paşê re ji bo keseyetîya wî ya salên gelek gelek şûn de tesîrek gelek erênî li zarok dike.”

Di halê heyî de li Zaningeha Artûklû ya Mêrdînê, Zaningeha Alparslan ya Mûşê, Zaningeha Çewligê û li Zanîngeha Mûnzûr a Dêrsimê di beşên lisansa Kurdî de perwerdehîya mamostetîya zimanê Kurdî tê dayîn ku ji 2012an vir ve zêdetirî 1500 derçûnên mamostetîya Kurdî çêbûne, lê Wezareta Perwerdê ya Tirkiyê tene 79 mamosteyên Kurdî tayin kirine ku ev jî rêjeyek gelek kêm e. Mihemed Emîn Ay jî yek ji derçûyê Beşa Kurdî ye lê ji ber ku ew nehatîye tayînkirin niha bi karek din re mijûl e.

Mihemed Emîn Ay, Mamosteyê Zimanê Kurdî, dibêje, “Heke ku xwendekarên dibistana seratayî Kurdî hilbijêrin ev yek li ber wê yeke jî rê vedike ku Wezareta Perwerdeyê mamosteyên Kurdî tayin bikin û ew bibin dersdêr û bikevin dersen Kurdî. Yanî ev wek zincîrek bi hevre girêdayî ye. Dema ew dersê hilbijêrin  em jî dê werin wezîfedarkirin.

Li gel wê ji bo serdema nû ya proseya dersên bijarte ya Kurdî xwendekarên ku weke dersên bijarte Kurdî hilbijartine jî bang li hevdemên xwe û malbatan dikin ku dersa Kurdî hilbijêr in.

Li her dibistanekê ji bo vekirina polek Kurdî weke pêwîst divê 10 xwendekar daxwaza dersa bijarte kiribin ku ew pol were vekirin li gel wê proseya serlêdana dersen bijarte ya ku  ji 3yê Çile destpê kiriye dê 21ê Çile bi dawî bibe.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin