Bajare Kurd Wêneyên Elî Sîstanî li dezgehên fermî hatin danîn

Bajare Kurd Wêneyên Elî Sîstanî li dezgehên fermî hatin danîn

Li gor biryara Fermandarîya Operasyonên Taybet a Kerkûkê, pêwîst e li Kerkûkê wêneyên Elî Sîstanî li hemû fermangehên hikûmî, emnî û wesayîtên serbazî bê danîn. Ev biryar rastî nerazîbûn û karvedanên xelkê û alîyan hatîye.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Rêveberê berê yê polîsê navçe û nahîyeyên Kerkûkê Serhad Qadir, ji Rûdawê re ragihand ku danîna wêneyên mercîyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî li ser hemû dezgehên hikûmî, biryara Fermandarîya Operasyonên Taybet a Kerkûkê ye û hêzên emnî yên li wî bajarê jî nikarin wê biryarê bicih nekin.”

Serhad Qadir got, “Hêzên polîs neçar in ku wan biryaran cîbicî bikin û nikarin li dijî wan biryaran tevbigerin û wan wêneyan bînin xwarê.”

Ev biryara Fermandarîya Operasyonên Taybet a Kerkûkê ya danîna wêneyên Elî Sîstanî li hemû fermangehan, di demekê de ye ku li Iraqê jibilî wêneyên serokomar û serokwezîrên wî welatî, danîna wêneyên kesekî din qedexe ye.

Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê, Beşîr Hedad got ku hinek alî dixwazin li Kerkûkê bibin xwedî biryar û dîyar kir, “Ew mezhebên dîyar jî xwedî heman armancan in. Ev jî bi sernakeve, ji ber ku vê yekê pêkhateyên din jî nîgeran kirîye. Lê dibe bi rêkeftinan pirsgirêk werin çareserkirin.”

Li nav bazar û cihên giştî jî li ser wesayetên polîs û polîsê hatinûçûnê jî wêneyên mercîyê bilind ê şîeyên Iraqê Elî Sîstanî hatine danîn û ev yek jî bûye cihê nerazîbûn û nîgeranîyê li gel xelkê.

Hemwelatîyekî xelkê Kerkûkê yê bi navê Hêriş Casim, ji Rûdawê re ragihand, “Wêneyên Sîstanî bi awayekî dûr ji sîyaset û hiqûqê tên danîn. Çawa ev wêne li fermangehên fermî tên danîn? Ev kesekî di nav yasa an jî sîyasetê de nîne. Danîna wêneyên kesayetan li fermangehên fermî karekî ne baş û ne yasayî ye.”

Xwendekarê zanîngehê, Ebdûlsebûr Mihemed jî li ser vê rewşê dibêje, “Dema em diçin dezgehên fermî yên li Kerkûkê, em rastî wêneyên Elî Sîstanî tên. Vê rewşê bi ti awayî peywendî bi yasa û rêkarên dewletê ve nîne. Ev kar ne baş e û bûye cihê nîgeranîyê.”

Ew biryara Fermandarîya Operasyonên Taybet a Kerkûkê, weke ku bo heyama 2 demjimêran be, hatibû belavkirin, lêbelê ev maweyê hefteyekê ye, wêneyên Sîstanî li fermangehên fermî li Kerkûkê nehatine rakirin. Ew fermandarî tekez jî dike ku wêneyên Sîstanî nayên rakirin.

 

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin