Asayişê ji bo parastina genimê cotkaran xalên çavdêriyê danîn

Asayişê ji bo parastina genimê cotkaran xalên çavdêriyê danîn

Demsala mûsima çinînê li Rojavayê Kurdistanê destpê kiriye, lê careke din pirsa şewata genim û cehê cotkaran jî bûye rojev. Asayişa navçeyê dibêje, wan xalên çavdêriyê danîne ji bo ku genimê cotkaran biparêzin.

A+A-

Navenda Nûçeyan - Li navçeya Sufeye ya Hesekê, 261 donimên cotkaran şewitîn, ji xwe ew zevî li ser rêyeke sereke ye û nayê zanîn, kê şewitandiye.

Zeviyekî çandiniyê li navçeya Sefiyê ya Hesekê ye ku vê dawiyê ji aliyê çend kesên ne naskirî hatibû şewitandin, rûberê zeviyê ku şewitiye derdora 260 donime û ziyaneke mezin.

Ebdulwehab Xelef, Endamê Encûmena bajarokê Sufeye dibêje, “Ji nişikêve, dû û dûman rabû, me otombêlên vemirandin agir xwest, ew û xelkê navçeyê hatin, piştî vemirandina agir, derket ku 261 doniman yên 11 cotkaran  şewitî ye.”

Hîn otombêlên vemirandina agir li vir bûn, agireke din li gundê Xaşûge derket ku 3 kîlometran ji vir dûr e.

Niha li Rojavayê Kurdistanê demisama çinîna berhemên çandiniyê destpê kiriye. Cotkar jî di metirsiyê de dijîn, gelek ji wan deyindar in û çavê wan li vî mûsimê ye

Cotkarê bi navê Heme Mûstleg jî dibêje, “Bi xwedê em ji agir ditirsin, rêyeke sereke belkî kesek bi enqest yan ne enqset boçika çixara xwe bavêje û agir pêkeve, gelek kes deyindar in û çavê wan li vî mûsimî ye. Em nikarin niha pareyê deraseyê jî bidin, em naçarin piştî mûsimê bidin wan. Giran jî çê bûye, bi rastî pirsgirêkêm me zêde ne.”

Serhed Neşwa, Fermandarekî Hêza Navxwe jî diyar dike, “Em weke hêzên ewlehiya navxwe di amadebaşiyê de ne, DAIŞ derfetê dibînin zeviyên cotkaran bişewitînin,hêzên me li rojhilatê Dêrazorê jî gelek xalên kontrolê danîne.”

Rêveberiya Xweser ji bo mûsima îsal, 225 lîreyên Sûrî destnîşan kiribû, ji xeyinî pirsa şewtê, hejmarek ji cotkaran ji vî nirxî jî dilgiran in, daxwazê dikin, nirxê genim li gor dolar were destnîşankirin, ji ber ku roj bi roj lîreya Sûrî dadikeve û bi vî awayî ew zerermend dibin.

Rûdaw

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin