Artêşa Sûriyeyê kontrola Til Rifetê ji YPGê wergirt

Artêşa Sûriyeyê kontrola Til Rifetê ji YPGê wergirt

Artêşa Sûriyeyê îro îniyê bajarê Til Rifetê yê çoltera bakurî ya Helebê ji YPGê teslîm wergirt.

A+A-

Çavkaniyeke leşkerî ji Sputnikê re ragihand ku "Artêşa Sûriyeyê bajarê kontola Til Rifetê stend ku di bin kontrola YPGê de bû."

Herwiha çavkaniyeke ewlekariyê duh ragihandibû ku Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Artêşa Sûriyeyê li hev kiriye ku bajarê Til Rifetê radestî hikûmeta Sûriyeyê bike.

Çavkaniyê gotibû ku "Artêşa Sûriyeyê dê li ser daxwaza YPG di nava çend saetan de têkeve Efrînê" û destnîşan kiribû ku "YPG hinek taxên bajarê Helebê yên di konrola wan de bûn jî radestî Artêşa Sûriyeyê kiribû.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin