Amnestyê rapora binpêkirinên salekê li Tirkiyê eşkere kir

Amnestyê rapora binpêkirinên salekê li Tirkiyê eşkere kir

.

A+A-

Rêxistina Efûyê ya Navdewletî (Amnesty International) rapora xwe ya salane ya 2020an a derbarê rewşa mafên mirovan li cîhanê de belav kir.

Di raporê de ji bo Tirkiyê tê gotin, pêdîviya dadweriyeke serbixwe heye û zext û guvaş li ser aliyên opzisyonê û binpênkirina mafên mirovan berdewam dike.

Di wê raportê de hat diyarkirin ku ji ber vîrusa koronayê binpêkirinên mafên mirovan zêde bûne.

Amnestyê di beşa li ser Tirkiyê de, nebûna serxwebûna dadweriya Tirkiyê bibîr xist û pêdiviya bi serxwebûna dadweriyê wek mijara herî li pêş nîşan da.

Di raporê de bi berfirehî behsa binpêkirinên mafên mirovan, girtina siyasetmedar, rojnamevan, çalakvan û hemletiyan ji ber parvekirinên medya civakî tê kirin û tê gotin, li Tirkiyê hêza dadweriyê, ewlekariya darizandina dadperwerane û usulên yasayî tê binpê kirin û yasaya rûbiribûna terorê ya “berfireh e” jî ji bo cezakirina kiryarên di bin parastina hiqûqa mafên mirovan de tê bikaranîn.

Herwiha behsa guvaşa li ser parêzer û dadgeran jî tê kirin û wek nimûne lêpirsîna derbarê 3 dadgeran de tê nîşandan ku biryara azadkirinê ji bo karsaz û çalakvan Osman Kavala û hejmareke kesên din dabûn ku bi “rêkxistin bûyerên Geziyê” dihatin tometbarkirin.

Yasaya derbarê baroyan ya Tirkiyê de jî di rapotê de cih digire ku bi wê yasayê rê li ber avakirina baroyên din tê dayîn û Amnesty diyar kiriye ku desthilat û serxwebûna baroyan hatiye lawazkirin.

Amnesty li ser rewşa  Hevserokên berê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarê berê yê Qersê Ayhan Bîlgen ku niha di girtîgehê de ne û herwiha girtina endam û alîgirên HDPê û zextên li dijî partiyên din ên opozisyonê jî tekez dike ku guvaşa li ser aliyên opozsiyonê berdewan kiriye.

Hebûna îşkence û miameleya xerab li zindanên Tirkiyê jî di raportê de cih girtiye û têkildarî vê yekê, behsa wan hemwelatiyên Kurd jî hat kirin ku li Wanê ji helîkopterê hatibûn avêtin û hat gotin ku di navbera gotinên şahidhalên bûyerê û daxuyaniya Wezareta Navxwe de nakokî hene.

Amnesty International balê dikişîna ser rewşa penaber û koçberên li Tirkiyê jî û bibîr dixe ku ji ber biryara Tirkiyê ya vekirina sînoran û rêgirtina Yunanê, hejmarek ji koçber û penaberan mirine û birîndar bûne.
 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin