“Amerîka 60 otomobîlên serbazî derbasî Rojava kir!”

“Amerîka 60 otomobîlên serbazî derbasî Rojava kir!”

Tê gotin ku artêşa Amerîkayê karwaneke din a serbazî ji Iraqê derbasî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

A+A-

Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê “SANA” belav kir, hêzên Amerîkî 60 otombîlan serbazî, ji Iraqê û di deriyê Welîd re derbasî parêzgeha Hesekê kirin.

Li gor zanyariyên wê ajansê, 40 otombîl ber bi binkeya serbazî ya Amerîkî li Hesekê ve çûn û 20 otombîl jî ber bi firokxaneya Xirab El Cîr li bakûrê Hesekê ve çûn.

Ev di demekê de ye, Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) pêr (19 vê mehê) ragihand, wan radarên “Sentinel” û otomobîlên “Bradley” veguhestine Rojavayê Kurdistanê.

Berdevkê CENTCOMê Bill Urban jî ragihand: “Wan ji bo piştevaniya hêzên Hevpeymaniyê yên li bakûrê rojhilatê Sûriyê, fermana avêtina çend pêngavan dane. Ji bo zêdekirina gerên çavdêriyê yên firokeyan li ser hêzên Amerîkayê, radarên Sentinel û ji bo piştevaniya serbazên Amerîkî yên li Herêma Ewlehiyê ya Sûriyê  otomobîlên Bradley veguhestin.”

Bill Urban aşkere kir ku ev pêngav di çarçoveya şerê li dijî DAIŞê de hatine avêtin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin