Amed Demîrhan: Zanîngeha Qopanî li Kurdistanê 104 sal berî Harvardê hatîye avakirin

Amed Demîrhan: Zanîngeha Qopanî li Kurdistanê 104 sal berî Harvardê hatîye avakirin

Pirtûkxanevanê Kurd Amed Demîrhan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya ‘Nûroja Dostan’ a Rûdawê û derbarê xebatên xwe de axivî.

A+A-

Navenda Nûçeyan- Pirtûkxanevanê Kurd Amed Demîrhan dibêje, yekem pirtûkxane di dîrokaê de li Kurdistanê hatine avakirin û radigihîne, “Zanîngeha Qopanî li Amêdîyê 104 salan berî zanîngeha Harvardê hatîye avakirin.”

Pirtûkxanevanê Kurd Amed Demîrhan bû mêvanî birgeya Taştê ya bernameya ‘Nûroja Dostan’ a Rûdawê û derbarê xebatên xwe de axivî.

Amed Demîrhan derbarê karûbarên pirtûkxanevanîyê weke ilmekê bi nav dike û dibêje pirtûkxane jî di nav xwe de gelek cure ne û dibêje gelek beşên wê yên taybet hene.

Ew lêkolînerê Kurd ku li ser asta navdewletî jî gelek xelat wergirtine derbarê karûbarên di warê pirtûkxanevanîyê de, amaje bi wê dike ku di dîrokê de yekem pirtûkxane li Kurdistanê çê bûne û lê dibêje nîqaşek heye ka gelo pêşîyê pirtûkxane li Kurdistanê hatîye avakirin an li Misrê û ew dibêje, “Ev mijar zelal nebûye û kêm zêde herdu pirtûkxane jî hevdem bûne.”

Demîrhan dibêje pirtûkên ewilî li Kurdistanê li ser qafikan (mîna ceran) hatine nivîsandin ku dîroka wan vedigerîne bo 2 hezar sal berîya zayînê û dîyar dike ku hejmara qan qafikan jî bi hezaran bûn û axaftina xwe wiha didomîne, “Çend hezar ji wan qafikan li Kurdistanê hatine peyadakirin û di wan de peywendîyên bazirganî yên di navbera Misrê û Sumerîyan de. Li ser wan qafikan peyman hene, qanûn hene.”

Derbarê hatina xwe ya bo Kurdistanê piştî heyameke dirêj, Amed Demîrhan dibêje, cara yekem ew sala 2006an di dema avakirina zanîngeha Kurdistanê de hatîye Herêma Kurdistanê û sedema hatina xwe jî wiha vedibêje, “Îlanek hatibû dayîn ku pêdivîya wan bi pirtûkxanevanekê heye ku li welatekî bi Îngîlîz xwendibe û 2 sal azmûna wî hebe” û dibêje wî gelek bêrîya Kurdistanê kiribû û li ser vê yekê wî xwestîye bê Kurdistanê û ji bo vî karî serîlêdan kirîye ku ew berê li Florîdaya Amerîkayê dijîya.

Amed Demîrhan ku serpereştîya avakirina pirtûkxaneya Zanîngeha Kurdistanê kirîye û dibêje ew yekem pirtûkxaneya zanîngehê ye li ser asta Herêma Kurdistanê û Iraqê û dîyar dike, “Dem ame ava jî kir yekem pirtûkxane bû ku înterneta bê sansûr û serbest li seranserê Rojhilata Navîn tenê li wir hebû.”

Demîrha ku di heman demê de serpereştê Enstîtuya Kelepûra Kurdî ye jî li Herêma Kurdistanê derbarê vê xebata xwe de jî dibêje ew li gel hevkarekî xwe yê Amerîkî karê dîjîtalekirina kelepûra Enstîtuya Kurdî li Silêmanîyê birêve dibin û dîyar dike ku ev dê bibe yekem li gor standarên navdewletî.

Herwiha pirtûkxanevanê Kurd aşkere jî dike ku ew hewl didin Pirtûkaxa-neya Barzanîyê Nemir li Barzanê bê avakirin û dibêje kar û xebatên wî yên bo vê mebestê berdewam in û radigihîne, “Armanca me ew e dema ew pirtûkxane vebû, ne tenê li Kurdistanê li seranserê cîhanê çend taybetmendîyên xwe hebin, li ser Kurdistanê, li ser Barzanîyê Nemir, li ser Şêx Evdilselam Barzanî, li ser Şêx Ehmed.”

Ew lêkolînerê Kurd amaje bi serdema mîrnişînên Kurd dike û dibêje, “Gotina mîrnişînêyê li Kurdistanê mixabin biçûk tê dîtin. Em bibêjin Qralîyetên Kurdistanê rasttir e. Pênaseyên wan ên fermî qral in. Di Kurdî de mîr, şah û qral eynî ne” û nimeyekê dide, “pênaseya  Mîrê Amêdîyê sultan bû. Yek ji wan ê navdar jî Sultan Husên e.”

Amed Demîrhan balê dikşîne ser wê yekê ku mîrnişînên Kurdistanê girîngîyeke zêde dane perwerdehîyê û dibêje, “Pirtûkxaneyên baş, zanîngehên baş ava kirine. Bo nimûne, Pirtûkxaneya Qopanî li Amêdîyê ku cihê wê gelek xweş e, baştirîn zanîngeh bûye li Rojhilata Navîn ne tenê li Kurdistanê. Sultan Husên wê di sala 1532an ava dike. 104 sal berîya Harvardê hatîye avakirin. Ew zanîngeh ne kevintirîn e, berîya wê jî zanîngeh hebûn li Bedlis, Amed, Soran, lêbelê ew navdartirîn e. Şerefxan Bedlîsî, Evlîya Çelebî, Katib Çelebî... wan gelek pesnê wê dane.” Demîrhan dibêje Katib Çelebî gelek pesnê zanîngeha Amêdîyê û xelkê navçeyê dide.

Amed Demîrhan herwiha behsa pirtûkxaneya Mîr Hacê dike li Amêdîyê û dibêje 10.000 pirtûk tê de hebûne û berawird dike li gel pirtûkxaneya konsolê Brîtanyayê li Îtalyayê ku ji mezintirîn pirtûkxaneyan bû û dibêje tevî ku di wê serdemê de hemû çapxane li Îtalyayê bûn û ronesans di heyama xwe ya herî geş de bû, lê dîsa jî hejmara pirtûkên di wê pirtûkxaneyê de ne bi qasî pirtûkên di pirtûkxaneya Amêdîyê bûn û dibêje di pirtûkxaneya konsolê Brîtanyayê li Îtalyayê de 6.000 pirtûk hebûn.

Ew lêkolînerê Kurd li ser berawirdkirina nimûneyên cîhanî li gel yên kurdisatnê di vî warî de û dibêje behsa pirtûkxaneya Thomas  Jefferson, duyem Serokê Amerîkayê û nivîskarê deklarasyona serxwebûna Amerîkayê dike û dibêje dema Îngîlîzan Washington D.C dagîr kirin, pirtûkxaneya Kongreyê jî şewitandin ku tê de 3 hezar pirtûk hebûn û dibêje wan jî dixwast li şûna wê pirtûkxaneya Jefferson bikar bînin ku mezintirîn pirtûkxane bû li seranserê Amerîkayê û dibêje di wê pirtûkxaneyê de 6487 tê de hebûn û dibêje ew jî ne bi qasî pirtûkxaneya Amêdîyê bû.

Amed Demîrhan amaje bi wê dike, pirtûkxane û ilm hefizeya miletan e û dibêje dema pirtûkaxane û ilma miletê jê hat stendin, ew milet tê bê ruhkirin û tên kuştin û radigihîne, “Ev 200 sal e, dewletên mezin li ser Kurdistanê musallat bûne û hewl didin hebûna Kurd û Kurdistanê ji holê rakin. Dema em li nexşeya cîhanê dinêrin em ne Kurdan û ne jî Kurdistanê dibînin. Dixwazin Kurdan weke fizîkî jî ji holê rakin. Ji bo wê yekê bo ku em bikarin li ser lingên xwe bimînin û ji nû ve xwe ava bikin, zarûrî ye ku em bibin dewlet” û dibêje, “Em bi xêra Herêma Kurdistanê hinekê ketine nav zimanê dewletan.”

Amed Demîrhan dibêje tevî ku niha ji ber dagîrkirina Kurdistanê û bêdewletbûnê  niha navê Kurdan di gelek pirtûkan de derbas nabe jî lê dibêje heyamên berê pirtûkxane û zanîngehên Kurdan ji yên xelkê pêşketîtir bûn.

Amed Demîrhan herwiha dibêje paşayê Osmanî yê wê serdemê pirtûkxaneya Mîrê Bedlîsê firotîye li bazarê û derbarê cureyên pirtûkên di wê pirtûkxaneyê de dibêje, pirtûkên tib, weternerî, astronomî, coxrafya, matematîk, pirtûkên Arîsto, Eflatûn û hemû cure pirtûk li ser her warî tê de hebûn û dibêje heta atlasa herî nû ya li Ewropayê di pirtûkxaneya Mîrê Bedlîsê de cihê xwe girtibû.

Lêkolînerê Kurd dibêje pirtûkxane bingeha medreseyan bûn bo perwerdekirina xelkê û aşkere dike ku di medreseyên Osmanîyan de heta destpêka sala 1800an ilm tê de tune bûn û tenê tiştên olî tê de bûn û lê dibêje di medreseyên li Kurdistanê ilim tê de hebû

Li ser peywendîyên di navbera mîrnişînên Kurdan û şahên Osmanîyan de Amed Demîrhan dibêje, peywendîya wan sedî sed hevseng bûye û radigihîne ku şahên Osmanî di nameyên bo mîrnişînên Kurdan dişandin de ku şêwazeke xwe ya taybet hebû, mîrên Kurdan weke qral bi nav dikin û behsa gotineke Sultan Murad dike ku tê de gotîye, “Kurdistan bûye bende, keleh li hember ‘kafir’an û Eceman ku împaratorîya min bi xêra Kurdan hatîye parastin. Înşallah zarokên min, zarokên zarokên min û heta ku hebin ti caran qencîya mîrên Kurdan ku bo min kirine jibîr nakin û dê tim qedrê wan bigirin û dîyarîyan bo wan bişînin.” Demîrhan dibêje bi heman awayî peywendîya di navbera mîrên Kurdan û şahên Eceman û herwiha radigihîne ku rikaberîyek jî hebû di navbera şahên Osmanî û şahên Eceman de ka kî dê zêdetir qedrê mîrên Kurdan bigire ku di şer de nebin dijminên wan.

Derbarê dîroka nivîsê de jî Amed Demîrhan dibêje, yekem nivîs li Kurdistanê çê bûye û dîyar dike ku ti nîqaşek li ser vê nîne.

Amed Demîrhan behsa alimekî din dike bi navê Seyid Elî Kurdî bûye ku dibêje wî serpereştîya teqîqeta Şafîî ya Sunneyan kirîye û dîyar dike ku ew ji alîyê Şah Îsmaîl ve hat darvekirin ji ber ku murîdên wî gelek bûn û Şah Îsmaîl ji hêza wî ditirsîya.

Ji bo temaşekirina vê nûçeyê bitikînîn

Rûdaw

 

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin