Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand

Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand

Şevê din galaya îsal ya Kristallen, ku tê de berhemên televîzyonî yên Swêdê têne xelatkirin hate lidarxistin û Amed Bozan xelata artîstê herî baş ê zilam stand.

A+A-

Amed Bozan di rêzefîlmê Kalifat, ango Xîlafet ku li ser kesên ji Swêdê gihane Daişê hatîye çêkirin de rola cîhadîstekî ji Swêdê yê bi navê ”Husam” dilîze.

Amed Bozan dibêje zehmet e mirov xwe têxe şûna kesekî ku li dijî moral û nirxên min e, lê weke şanoger wezîfeya min ew e ez van kesan fêm bikim, fêm bikim bê ew çima wisa dikin, xwe bixime şûna wan û bikarim vê nîşanî temaşevanan bidim.

Amed Bozan di dema kişandina fîlm de gelek kîlo dane, kêm xew maye lê dibêje ya herî zehmet ew bû mirov di demeke kurt de hemû guhertinên daişîyekî nîşan bide.

– Wextê insan pêşî digihine Daiş weke me hemûyan e. Lê di nava du salan de hem fizîkî hem jî pisîkolojîk li cem wan guhertinên mezin çêdibin. Ji bo nîşandana vê guhertina mezin ku li cem insanekî rûdide du muhleta me du heyv bûn.

Rêzefîlmê Xilafet di destpêka salê de ji alîyê Televîzyona Swêdî, SVT ve hate nîşandan. Di fîlmê ku li Swêd û Urdunê hatîye kişandin de grûpeke Daişê pilana êrîşên terorî li hemberî Swêdê dikin.

Ji wextê rêzefîlm hatîye nîşandan ve gelek gotûbêj li ser derketine û pir li ser hatîye nivîsandin. Di galaya Kristallen ku şevê din ji ber korona bê temaşevan hate lidarxistin de Gizem Erdogan jî ku di heman rêzefîlmî de dilîze xelata artîsta herî baş a jin stand. Yanî hem xelata artîstê herî baş ê mêr û hem jî artîsta herî baş a jin çû ji lîstikvanên fîlmê Xîlafet re. Amed dibêje standina vê xelatê di nav ewqas artîstên bitecrûbe jêhatî de nîşana teqdîrkirina karê wî li welatê wî yê nû ye.

Ji bo hevpeyvîna bi Amed Bozan re li rapora dengî guhdarî bike!

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin