Almanya, Brîtanya û Awûstûryayê li ser êrîşa Parîsê daxuyanî dan

Almanya, Brîtanya û Awûstûryayê li ser êrîşa Parîsê daxuyanî dan

.

A+A-

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz û Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly, li dijî êrîşa çekdarî ya li paytexta Fransayê, Parîsê ya li hemberî Kurdan, bertek nîşan dan.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz di hesabê xwe yê Twitterê de peyameke bi Almanî û Fransî parve kir û diyar kir ku ew bi "çalakiyeke xirab" a ku Parîs û Fransa hejandiye re rû bi rû mane. Scholz got, “Bûyereke tirsnak ku îro Parîs û Fransa hejand. Fikr û ramanên min bi qurbanî û malbatên wan re ne.”

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock jî peyam belav kir û anî ziman, “Divê nefret ti carî bi ser nekeve.”

Wezîrê Derve yê Brîtanyayê James Cleverly jî di peyameke xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de got, “Îro nûçeyên trajîk ên li ser gulebarana li Parîsê gihîştin me.”

Wezareta Derve ya Awûstûryayê jî li ser hesabê Twîtterê parvekirinek kir û got ev êrîş kiryareke tirsnak e û anî ziman, “Nefret wê bi ser nekeve.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken jî derbarê êrîşa Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, “Ez ji malbatên qurbaniyên êrîşa li ser navenda çanda Kurdî ya Parîsê re sersaxiyê dixwazim. Di vê roja xemgîn de dil û ramanên min bi civaka Kurd û gelê Fransayê re ye.”

Êrîşa li ser Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li Parîsê

Li paytexta Fransayê, Parîsê li dijî Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya ya li taxa Saint Denis a Strasbourgê êrîşeke çekdarî pêk hat. Di êrîşê de 3 Kurdan canê xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane Hunermendê Kurd Mîr Perwer, çalakvana jin a Kurd Emîne Kara û Ebdurahman Kizil in.

Nivîskar Îbrahîm Seydo Aydogan ê ku beşdarî bultena Rûdawê bû, diyar kir ku êrîşkar ji aliyê ciwanên Kurd ve hatiye girtin.

Li aliyê din rayedarên Fransî ragihandin ku derbarê êrîşê de lêpirsîn hatiye destpêkirin û êrîşkar welatiyekî Fransî yê 69 salî ye û ji kompanya fermî ya rêyên hesinî ya Fransayê (SNCF) xanenişîn bûye. Hat diyarkirin ku êrîşkar di 12ê Mijdara 2021an de li Parîsê bi şûr êrîşî navendeke koçberan kiriye û di encamê de 2 kes birîndar bibûn.

Piştî êrîşê Kurdan li Parîsê li kolanan çalakî li dar xistin û polîsan jî bi gaza rondikrêj mudaxele kirin.

Têkildarî êrîşê Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got, “Kurdên Fransayê di dilê Parîsê de bûne armanca êrîşeke tirsonek.”

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin