Alîkariya tendirustî bi ser lîwayên Pêşmerge hatin dabeşkirin

Alîkariya tendirustî bi ser lîwayên Pêşmerge hatin dabeşkirin

.

A+A-

Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê da zanîn; bi serperiştiya hêzên Hevpeymanan û amadebûna Rêveberê Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Bijîşkî û Rêveberê Depoyên Rêveberiya Giştî ya Mîrî, alîkariya tendirustî bi ser lîwayên Pêşmerge hatin dabeşkirin.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, alîkarî ji çend cûre çenteyên hawarçûnê yên bi şêwe û qebarên cuda pêk tên, ku Pêşmerge û yekeyên bijîşkî yên lîwayan dikarin di dema şer û her bûyereke nexwestî de sûdê ji kelûpelên di nav çenteyan de werbigrin.

Herwiha eşkere kir, alîkarî çend pêwîstiyên din ên bijîşkî li xwe digrin û alîkariyên ku hatin pêşkêşkirin, beşa yekem a alîkariyên tendirustiyê yên ji bo lîwayên Pêşmerge ye, ku ji aliyê Hevpeymanan ve hatine dabînkirin.

Wezaretê destmîşan kir, hefteya bê jî heman alîkarî dê bi ser hemû lîwayên din ên ser bi Wezareta Pêşmerge werin dabeşkirin, ji bo vê mebestê jî, artêşa Hevpeymanan ligel Rêveberiya Karûbarên Giştî yên Bijîşkî û Rêveberiya Giştî ya Mîrî di pêwendiya berdewam de ne, da ku di demeke nêz de her pêwîstiyek û kêmasiyên ku li nav hêzên Pêşmerge hebe, ji bo wan werin dabîn bikin.

K24

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin