Alîgirên Sedr daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin

Alîgirên Sedr daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin

.

A+A-

 Xwepêşandana alîgirên Tevgera Sedr li pêş Parlamentoya Iraqê li navçeya Kesk li Bexdayê nêzîkî 10 roj in berdewam e. Heta niha ti hêviyeke eşkere bo çareseriya pirsgirêkên di navbera Çarçoveya Hevahengiyê û Tevgera Sedr de nîne.

Yek ji daxwazên Sedr hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext e. Lê li gor Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê ya bi serokatiya Nûrî Malîkî, wek hêzeke serekî di nav Çarçoveya Hevahangiyê de ev dê pirsgirêkan zêdetir bike.

Endamê Dewleta Qanûnê Kazim Heyderî got “Li gor me hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext pirsgirêkan zêdetir dike. Ezmûnek heye, me piştî hikûmeta birêz Adil Ebdulmehdî hilbijartinên pêşwext kir, me encamên wê dît û me dît karê hikûmeta demkî çawa ye. Ji ber wê bo Iraqê, ev ne çareseriyeke rasteqîne ye. Belkî tiştê pêwîst çareseriyeke bingehîn, rasteqîne û vekirî ye, ku bi rizamendiya hemû pêkhateyên gel be. Heta heman nîgeraniya birayên Kurd û Sunî jî bo hilweşandina parlamentoyê hene.”

Aliyên di nav Çarçoveya Hevahengiyê ne yek deng in û nêrînên wan cuda ne. Hinek daxwaza hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext dikin. Bi taybetî ew ên di hilbijartinên dawî de kêm kursî bidest xistin. Muqteda Sedr, di peyama xwe dawî de ragihand, ti alternatîfeke hilweşandina parlamentoyê nîne.

Parlamenterê Hevpeymaniya Fetih Dr. Welîd Sehlanî, ya bi serokatiya Hadî Amîrî, wek hêzeke serekî ya Çarçoveya Hevahengiyê, ji Rûdawê re ragihand, ji bo hilweşandina parlamentoyê û hilbijartinên pêşwext, pêwîstî bi mekanîzmayekê û avakirina bingehê heye. Ji bo çareserkirina qeyrana siyasî gotûbêj û danûstandinên di navbera aliyan de baştirîn bijarde ye. Hadî Amîrî jî ji bo jihevnêzîkbûna nêrînên aliyan hewleke zêde dide.

Berdevkê Hevpeymaniya Nesir Ayat Muzefer dibêje “Me pêştir û niha jî daxwaza rûniştina li ser maseya gotûbêjan kiriye û dikin. Ji ber ku, her çiqas nakokî zêde bin jî, rûniştin hemû aliyên nakok tine cem hev. Me daxwaza hilbijartinên pêşwext kir. Lê ji bo vê pêwîstî bi du rêkaran heye, yekem siyasî ye, ku divê ji bo hilbijartinên pêşwext yekdengî hebe, yasayeke hilbijartinê ya dadperwer hebe. Ji bo weke niha rûbirûyê aloziya siyasî nebin dive derbarê dema hilbijartinê û şêwaza wê hikûmeta piştî hilbijartinê de rêkeftin bê kirin. Rêkara din jî teknîkî ye, ku ji amadekirina komîsyonê pêk tê.”

Ji bo navbeynkariya di navbera Tevgera Sedr û Çarçoveya Hevahangiyê Şiî, heta niha 3 nexşerê hatine pêşkêşkirin. Ya yekem nexşerêya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ye, ya duyem nexşerêya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ye û ya herî dawî jî nexşerêya Neteweyên Yekbûyî ye.

Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin