Alîgirên Heşda Şeibî êrîşî şandeyê Kurdistan24ê bo Bexdayê kir

Alîgirên Heşda Şeibî êrîşî şandeyê Kurdistan24ê bo Bexdayê kir

.

A+A-

Şandeyê Kurdistan24ê bo Bexdayê çend roj in karvendanên nerazîbûnê yên li dijî encamên hilbijartinênên Parlamentoya Iraqê romal dike. 

Şandeyê Kurdistan24ê bo Bexdayê Karwan Rehman ku çend roj in karvendanên nerazîbûnê yên li dijî encamên hilbijartinênên Parlamentoya Iraqê dişopîne û dîmenan vediguhêze ragihand, ew ji aliyê alîgirên Heşda Şeibî ve hat eşkencedan û rastî hewleke revandinê hat.

Karwan Rehman duhî 19ê Cotmeha 2021ê di geştên nûçeyan a K24ê de, romala xwepêşandanên alîgirên Heşda Şeibî li Bezdayê dikir ku tê de xwepêşanderan ala Amerîka û Îsraîlê xistin bin pêyên xwe û wêneya Nûnera Sekretera Giştî yê Netewên Yekgirtî li Iraqê Jeanine Plasschaert şewitandin.

Karwan Rehman got, şeva borî hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî li kolaneke nêzîkî meydana xwepêşandanê li wî hatin hev û ji bilî eşkencedanê, hewla revandina wî dan.

Got jî: Yekî ji wan telefona min ji min stand. Dema derfet dan ez biaxivim, min ji wan re got ku ez xwepêşandana wan zindî vediguhêzim û kar ji bo Kurdistan24ê dikim. Wan bawer nekir, lê min daxwaza telefona xwe kir û dîmenên ku min zindî weşandine pêşanî wan da.

Karwan Rehman got jî: Dema wan weşaneke zindî ya demjimêr 4ê êvarê dîtin ku min dîmen wek hene veguhastine ku tê de alîgirên Heşda Şeibî ala Îsraîl û Amerîka xistine bin pêyên xwe û wêneya Plasschaert dişewitînin, ew aram bûn û ez azad kirim.

Kurdistan24, dezgeheke medyayî ye û toreke wê ya berfireh a peyamnêran li Bexda û bajar û paytextên welatên cîhanê hene û girîngiyê dide belavkirina nûçeye û zanyariyên rast û li gor standartên “Berpirsyariya civakî”, erkên pêşesazî li hember (niştiman, civak û azadiya kesan) bicih dike.

Ev ne cara yekem e alîgir û çekdarên Heşda Şeibî tîmên medyayî yên Kurdistan24ê li Bexda, Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê armanc dikin  û rêgiriyê li karên wê dikin.

 

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin