Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin

Alçi: Ataturk serkirdeyekî mezin e lê li Dêrsimê komkujî hat kirin

Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi ragihand ku bûyerên di salên 1937 û 1938an de li Dêrsimê çêbûn bi “jan” in û ‎got: “Ataturk serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên 37-38an de li Dêrsimê komkujî hatîye kirin.‎”

A+A-

Navenda Nûçeyan- Kanala ARD a Almanî ku televîzona dewletê ye, belgefîlmek bi navê “Komkujîya Hatîye Jibîrkirin – Kemal Ataturk Elewî Çawa Kuştin?” belav kir.

Di belgefîlmê de qala wê yekê tê kirin bê Komara Tirkîyê ligel Almanyaya Nazî û Kemal Ataturk ligel Hitler çawa bi hev re kar kirine.

Di belgefîlmê de tê gotin ku hikûmeta Tirkîyê, ji Almanyaya Hitler 20 ton gaza bi jehr kirîye û sala 1937an bi fermana Ataturk ew gaza kîmyayî di komkujîya Dêrsimê de hatîye bikaranîn.

Rojnamevana Tirk, Nagehan Alçi jî di bernameyeke televîzyonî de ev belgefîlm nirxand.

Nagehan Alçi bal kişande ser wê yekê ku di belgefîlmê de tê gotin, di sala 1937an de Mustafa Kemal û bi îmzeya serokwezîrê wê demê yê Tirkîyê, Enqerê ji rêveberîya Hitler 20 ton gaz kirîye û got: “Ev belge berê di rojnameya Dêrsimê de hatibû belavkirin.”

Alçi got: “Bûyerên 1937-1938an bûyerên gelekî bi jan in. Ataturk, serkirdeyekî gelekî girîng e lê di salên ‎‎37-38an de li Dêrsimê komkujî hatîye kirin.”

Çavkanî: Rûdaw

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin