Agahiyên 533 milyon bikarhênerên Facebookê hatin dizîn

Agahiyên 533 milyon bikarhênerên Facebookê hatin dizîn

.

A+A-


Agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji hêla hackeran ve hatin dizîn.

Li gor nûçeya malpera  “Business Insiderê” ji 106 welatan hejmarên telefonê û agahiyên şexsî yên 533 milyon bikarhênerên Facebookê ji aliyê hackeran ve hat dizîn û bê pere hatin parvekirin.

Di nûçeyê de hat gotin kesên ku agahiyên wan hatine dizîn jê ji 32 milyonan zêdetir ji Amerîkayê, jê 11 milyon ji Qraltiya Yekbûyî û 6 milyon jî ji Hindistanê ne.

Herwiha hat gotin di nav agahiyên hatine dizîn de hejmara telefonê, agahiyên cihê lê ne, dîroka rojbûnê û e-posta hene.

Pisporên ewlehiyê dibêjin ev agahî ji bo sextekariyê dikarin bên bikaranîn.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin