7 welat, bo Sûriyê beyannameyeke hevbeş belav kir

7 welat, bo Sûriyê beyannameyeke hevbeş belav kir

7 welatên erebî û rojavayî beyanameyek hevbeş derbarê rewşa Sûriyê û çareseriya şerê navxwe ya wî welatî de belav kirin.

A+A-

Duh 06.02.2019ê wezîrên derve yên welatên Fransa, Urdin, Amerîka, Siûdiye, Misir, Almanya û Brîtanyayê derbarê rewşa Sûriyê û çareseriya şerê navxwe ya wî welatî de li paytexta Amerîkayê Washingtonê civiyan.

Di beyanameyê de hat ragehandin, wezîrên derve yên 7 welatan piştevaniya xwe bo çareseriya siyasî ya şerê navxwe yê Sûriyê, di çarçoveya biryara hejmara 2254 a encûmena asayîşa navdewletî de ragehandine.

Wezîrên derve yên 7 welatan, diyar kirine ku şerê navxwe yê Sûriyê bi rêya leşkeri ve çareser nabe, berevajî wê dê agirê şer gurtir bibe.

Herwaha wan 7 welatan piştevaniya xwe bo nûnerê taybet bo Sûriyê yê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî Geir Pedersen ragehandin.

Biryara hejmara 2254, roja 18.12.2015ê li encûmena asayîşa navdewletî hate dayîn. Ku daxwaz tê kirin çend pêngavek li dû yek li Sûriyê pêkbên û ew jî waha ne:

-Rawestandina şer (Şerê dijî terorîstan ne di nav de)

- Opozîsyon û Rejîma Sûriyê dest bi danûstana bikin.

- Pêkanîna helbijartineke paqij û azad di heyama 18 mehan de li Sûriyê.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin