5mîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê sibê destpê dike

5mîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê sibê destpê dike

.

A+A-

 Pêncemîn Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê ku ekter û derhênerên herêmî û navneteweyî tîne ba hev sibe dest pê dike.

Hemû amadekariyên Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Silêmaniyê bi dawî bûne ku dê di navbera 17-23 Kanûnê de bê lidarxistin. 

Armanca festîvalê berfirehkirina pîşesaziya sînemaya kurdî û kişandina sînemageran bo Herêma Kurdistanê ye. Ji aliyekî din ve derfetê dide berhemhêner û kompaniyên navdewletî ku Herêma Kurdistanê nas bikin.

Organîzatorên festîvala îsal şeş meh berê dest bi plansaziya festîvalê kirin. Çalakiyên festîvalê wê di navbera 17-23ê Kanûnê de li bajarê Silêmaniyê li Koşka Hunerê (Talary Huner) bên lidarxistin.

Di festivalê de dê ji 35 welatan di 143 fîlm bên nîşandan.

Koordînatora Festîvalê Lenya Raza ji Rûdawê re got, “Di festîvalê de dê ji hemû kategoriyan fîlm bên nîşandan. Di nav wan de fîlmên dirêj, kurtefîlm, fîlmên anîmasyon û belgefîlm hene. Ji bo ciwanan jî kategoriyek me heye.”

Raza got, “Zêdeyî nîvê mêvanên me dê ji derveyî Herêma Kurdistanê, ji hemû cîhanê werin. Mêvan ji  35 welatên cuda beşdarî festîvalê dibin.”

Festîval her wiha armanc dike ku sînemaya kurdî bi cîhanê bide naskirin û fîlmên navneteweyî ji temaşevanên sînemayê re nîşan bide.

Di beşa pêşbirkê ya festîvalê de 116 fîlm dê bikevin pêşbirkê.

Ji bilî 57 fîlmên Kurdî ku di festîvalê de bên nîşandan, gelek panel, atolye û semîner ji aliyê aktor û derhênerên navneteweyî û herêmî ve ji bo bilindkirina qalîteya sînemaya Kurdî tên lidarxistin.

Tora Medyayî ya Rûdawê sponseriya medyayî ya festîvalê ye.

5emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê par ji ber belavbûna vîrusa coronayê nehatibû lidarxistin. 4emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Silêmanî di Îlona 2019an de hatibû lidarxistin.

Çalakiyeke bi vî rengî, 8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê jî Mijdara borî hatibû sazkirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin