4emîn rûniştina Doza Denîz Poyraz hat paşxistin

4emîn rûniştina Doza Denîz Poyraz hat paşxistin

.

A+A-

 Îro Înê li bajarê Îzmîrê yê Tirkiyê 4emîn rûniştina doza kuştina keça Kurd Denîz Poyraz birêve çû, bi biryara dadgehê doz ji bo 18ê Tîrmehê hat paşxistin.

Denîz Poyraz di êrîşeke çekdarî ya li ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de hatibû kuştin. Cîgirê Serokê Firaksiyona HDPê berî destpêkirina rûniştina dozê got, “Em dizanin herdemekê li pişt tawanên kuştinê yên bi vî awayî û komkujiyan çeteyên tarî yên dewletê hene.”

Li gor zanyariyên peyamnêrê Rûdawê ku di çarçoveya şopandina doza kuştina Denîz Poyraz de li Îzmîrê ye, çaremîn rûniştina dozê îro 29ê Nîsana 2022ê demjimêr 9ê sibehê li Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê dest pê kir û bi biryara dadgehê ji bo 18ê Tîrmehê hat paşxistin.

Cîgirê Serokê Firaksiyona HDPê Sarûhan Olûç berî destpêkirina rûniştina dozê, li ber deriyê Dadgeha Îzmîrê civîneke çapemeniyê saz kir û ragihand, dibe ku ev êrîş wek êrîşên din ên li ser partiya wan ji aliyê çeteyên tarî yên nav dewleta Tirkiyê ve hatibe plankirin.

Sarûhan Olûç anî ziman, "Hûn çi diparêzin? Parêzvaniyê li çi dikin? Me roja yekem ew pirs kir û heta roja dawî jî em dê berdewam bin li ser vê pirsê. ji ber ku weke min amaje pê da, em dizanin herdemekê li pişt tawanên kuştinê yên bi vî awayî û komkujiyan çeteyên tarî yên di nav dewletê de hene.”

Onur Gencer ê 27 salî 17ê Hezîrana 2021ê demjimêr 11:05 li navçeya Konakê, êrişî avahiya HDPê kiribû û keça Kurd a ji parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Denîz Poyraz kuştibû.

Gencer piştî bûyerê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû girtin û di îfadeya xwe de gotibû ku armanca wî ew bû ku bêhtir kesên di nav avahiya HDPê de bikuje.

Bikujê Denîz Poyraz, Onur Gencer di destpêka sala 2020ê wek karmendê tenduristiyê li Sûriyê çûye Minbicê û di Nîsana 2021an dest ji kar berdaye. Rojek piştî êrîşa li ser avahiya HDPê hate girtin û di girtîgehê de ye.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin