13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dayin

13 xelat di Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê de hatin dayin

.

A+A-

Duh 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê bidawî hat û 13 xelatên wê hatin belavkirin. Festîvala Filman a Duhokê 8 rojan berdewam kir ku tê nîşandana filman û sazkirna semînar û komxebat hebû.

13 xelat 8mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê hatin dabeşkirin. Fîlma “Sedîq û Piling” xelata baştirîn fîlm wergirt. Erselan Emîrî derhênerê Fîlma Zalava wek baştirîn derhêner hat hilbijartin.Fîlma “Govenda Elî û Zînê” xelata rexnegrî ya cîhanî wergirt.

Derhênerê fîlam Sedîq û Pilingê Rêber Doskî got: “Em gelekî keyfxweş in filma herî baş derket li fêstîvala Duhokê. Çîroka me li ser sirûşta Kurdistanê bû ku em Kurd gelk ji çiyayên Kurdistanê û hez dikin û ew jî me berdewam diparêzin.”

Derhênerê fîlama Govenda Alî û Zinê, Mehmet Alî Konar jî got: “Ji bo min ezmûneke gelek baş bû. Ev sê sal e xelata rexnegirî ya cîhan  li festîvala Duhokê tê dayîn. Ez keyfxweş im îsal me wergirt. Ez spasiya jûriyan dikin û hêvî dikim ku festîvala Dukokê li cîhanê bibe festîvaleke bi nav û deng.”

Bi giştî 8emîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dabeşkirin û xelatên hatine dabeşkirin ev in:

Fîlmê "Brother's Keeper" a Ferit Karahan xelata baştirîn senaryo bi dest xist.

Kurtefîlmê "Heft Senfonî" bû serketiyê xelatê baştirîn kurtefîlmê Kurdî.

Kurtefîlmê "Great Isanbul Depression" bû serketiyê xelatê baştirîn fîlmê navnetewî.

Fîlmê Bêdengî, bû serketiyê xelatê lijneya daweran ji bo baştirîn kurtefîlmê.

Fîlmê "Jiyan" bû serketiyê xelata Yilmaz Guney ji bo baştirîn fîlma dirêj a navnetewî.

Belgefîlama "The other side of the river" bû serketiyê xelata baştirîn belgefîlmê navnetewî.

Erselan Amîrî, bû serketiyê xelatê baştirîn derhêner bo fîlma Zalava.

Fîlmê "Sidiq and the Panther" bû serketiyê xelatê baştirîn fîlmê Kurdî.

Fîlmê Namo, bû serkeftiyê xelatê lijneya dadweran a festîvalê.

Belgefîlma "Nanê Pîroz" bûye biserketiyê xelatê baştirîn belgefîlmê Kurdî.

Nevîd Ferczade, bûye biserketiyê xelatê ekterê herî baş ji bo fîlmê Zalava. 

Fîlmê "Govenda Alî û Zînê", bû  biserketiyê xelatê Fîbirîşkî (xelatê rexnegirên navnetewî).

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin