Zindaniyên Kurdên Rojhilata Kurdistanê daxwazek ji NY dikin

Zindaniyên Kurdên Rojhilata Kurdistanê daxwazek ji NY dikin

Girtiyên Kurd ên li zîndana Recayî Şehr a Kerecê li Îranê di derbarê rewşa xwe û zexta li ser girtiyan de nameyek ji saziyeke ser bi NY re şandine û daxwaz dikin, fişar li hikûmeta Îranê bê kirin, daku dawiyê li zextên xwe yên li ser girtiyan bîne.

A+A-

Zindaniyên Kurdên Sunnî li girtîgeha Recayî Şehr a bajarê Kerecê yê Îranê di derbarê rewşa girtiyên mezhebî yên li wê zîndanê û tedbîrên tund li dijî girtiyan de nameyek ji komîsyariya mafên mirovan a Netewên Yekbûyî re nivîsandine.

 

Girtiyên mezhebî yên li zîndana bajarê Recayî Şehr a bajarê Kerecê yê Îranê, daxwazê ji Netewên Yekbûyî û welatên cîhanî dikin, ku bi hewara wan ve biçin û guvaşan bixin ser desthilata Îranê, da ku dawiyê li zextên xwe yên li ser girtiyan bîne.

 

Wan girtiyên mezhebî yên Kurd di nameya xwe de dibêjin; ew demek e ku tedbîrên tund li nava zindanan têne wergirtin û di vê çarçoveyê de jî şandina girtiyên nexweş bo nexweşxaneyan jî hatiye rawestandin û her wiha xwarina wan a li nava zîndanê jî li gorî berê xerabtir bûye.

 

Girtiyên Kurd ên li wê girtîgehê herwiha diyar kirine, ku li dijî wan tundûtîjî tê kirin û dezgehên dadê yên Îranê jî di derbarê ti bûyerekê de lêkolînan nakin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin