YSK: 13 partî dê bikaribin bikevin hilbijartina 31ê Adarê

YSK: 13 partî dê bikaribin bikevin hilbijartina 31ê Adarê

Lijneya Bilind a Hilbijartinê YSKê, partiyên ku dê bikaribin bikevin hilbijartinên herêmî yê di 31ê Adarê de eşkere kir. Li gor biryarê 13 partiyên siyasî dê bikaribin bikevin hilbijartinan.

A+A-

Li gor daxuyaniya YSKyê 2 partiyên din ên 'Partiya Çep a Demokrat' 'u 'Partiya Komunîst a Tirkiyê' jî tevlî 11 partiyên ku ketibûn hilbijartina 24ê Hezîranê bûn û hejmara partiyên dê bikaribin bikevin hilbijartinên herêmî gihîşte 13an.

Li gor daxuyaniyê partiyên ku dê bikevin hilbijartinên herêmî ev in:

AK Parti
Partiya Tirkiyeya Serbixwe
BBP
CHP
Partiya Demokrat
DSP

HDP
HUDA PAR
Partiya İYİ
MHP
Partiya Saadet
Partiya Komünist a Tirkiye
Partiya Vatan
 
Bi vê daxuyaniyê, partiyên ku berê mafê wan bo ketina hilbijartinan hebû lê YSKyê di hilbijartina 24ê Hezîranê de biryar girtibû ku besahiya wan bo ketina hilbijartinê nîne dê nikaribin bikevin hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê.
Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin