YPGê di derbarê çekdarkirina zarokan de daxuyaniyek belav kir

YPGê di derbarê çekdarkirina zarokan de daxuyaniyek belav kir

Berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd di derbarê tometên çekdarkirina zarokan de daxuyaniyek belav kir.

A+A-

Berdevkê Fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd li ser raporta Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan daxuyaniyek belav kir û got ku guman di wê raporê de heye û wê rêxistinê ji nêzîk ve rewşa navçeyê neşopandiye û pişta xwe bi wan kesan ve girê daye, ku li derveyî navçeyê dijîn.

Nûrî Mehmûd herwiha ragihand, “li gorî rênûmayên me, nabe zarok bên çekdarkirin û kesên temenê wan di bin 18 salî de be, em wan li malbatên wan vedigerînin.”

Berdevkê YPGê tekez kir ku ewê wan serkirdeyên YPGê ceza bidin ku zarok tevlî rêzên xwe kirine û ew berdewam kar li ser jinavbirina vê diyardeyê dikin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin