YPG: Em tevlî operasyona Idlibê nabin
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ragihand, ew tevlî operasyona herêma Idlibê ya Sûriyê nabin.
A+A-
Ev çend roj in tê gotin ku YPG jî dê di operasyona Idlibê de alîkariya hêzên rêjîma Sûriyê bike.
Li ser vê yekê, berdevkê YPGê Nûrî Mehmûd daxuyaniyek belav kir û ragihand, ew nûçe derew in ji ber ku YPG tevlî operasyona Idlibê nabe.
Nûrî Mehmûd her wiha da zanîn, şervanên wan di nav şerekî giran de li dijî DIAŞ û hêzên Tirkiyê yên li Efrînê ne, ji ber wê jî ew tevlî şerê Idlibê nabin, ti hêzeka wan jî li Idlibê nîne.
Nûçeya berê û ya piştre
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin