YNKê roja encamdana kongreya xwe aşkere kir

YNKê roja encamdana kongreya xwe aşkere kir

Doh yekşemê 04- 08- 2019an Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetiya Yekîkîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan.

A+A-

Doh yekşemê 04- 08- 2019an Mekteba Siyasî û Encumena Serkirdayetiya Yekîkîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) civiyan.

Di civînê da biryar hat standin ku kongreya çarem 21/11/2019an da bihête encam dan.

Di demên borî da Mekteba Siyasî ya YNKê çend civîn ligel melbendên xwe saz kiribûn bo encamdana kongreya çarem. Îro yekşemê di encama cîvîna Encumena Serkirdayetiya YNKê û Mekteba Siyasî ya YNKê da pêşniyaz hate kirin ku kongre 21/11/2019an da bihête encam dan.

YNK heta aniha sê kongre pêkanîne kongreya yekem  di 01/6/1975an li Şamê di wê dîrokê da YNK hat damezirandin. 24/1/2018 serkirdayetîya YNKê biryar da 05- 03-2018an kongreye pêk bînin lêbelê beşekî endamê serkirdayetiyê jî ew yek red kirin.

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin