YNK encamên Hilbijartinan red dike

YNK encamên Hilbijartinan red dike

Berdevkê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Seidî Ehmed Pîre di ragihand ji ber wan hemû sixtekarî û deryasayiyên hatine kirin, bi hemû şêweyekî encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê red dikin.

A+A-

Berdevkê YNKê Seidî Ehmed Pîre di civîneke rojnamegeriyê de li ser encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ragihand, birêz cîgirê sekreterê giştî yê YNKê û Mekteba Siyasî ya YNKê, ji ber wan hemû sixtekarî û deryasayiyên hatine kirin, bi hemû şêweyekî encamên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê red dike û ji alîgirên siyasî yên YNKê jî daxwaz dikin, ku encaman pesend nekin. 

 

Seidî Ehmed Pîre wiha got:

 

"Ev nelirêtiya li ber çavan dikeve û tê kirin, di dîroka Herêma Kurdistanê de bêmînak e. Ji ber vê yekê cîgirê sekreterê giştî yê YNKê û mekteba siyasî ya wê ev biryar da, ku ne pêkan e bi vê cûreyê encamên vê hilbijartinê qebûl bikin. Hemûyan red dikin û li gorî me divê di demeke zû de aliyên siyasî ji bo gotûbêjkirina vê rewşa aloz rûnin. Pêwîst e dam û dezgehên hikmî jî bi berpirsyarî vê mijarê binirxîne. Pêkan nîne ku bi vê mijarê dinya karibe li hilbijartinên me rêzê bigire. Pêkan nîne, ku ti aliyekî siyasî van encaman qebûl bike. Rêjeya beşdariyê li bajarekî mezin ê wek Silêmaniyê, ku milyonek serjimêra xwe heye, heta niha negihiştiye %25ê bajarekî mezin ê Hewlêrê.

 

Pêkan nîne ku bi ti şêweyê encam werin qebûlkirin û ji bo li dadgehê dozê li komîsyonê vebikin, em dê zanyariyên xwe  kom bikin. Em ji çavdêriyên navdewletî jî dikin hest bi azar û êşên miletê Kurd bikin."

Nûçeya berê û ya piştre

NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE

BALKÊŞÎ: Şîroveyên ku têde; çêr, heqaret, hevokên biçûkxistinê û êrîşa li ser bawerî, gel û neteweyên din hebin, dê neyêne erêkirin.
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin