
Yekîtiya Ereban Tirkiye şermezar kir
Berdevkê Yekitiya Erebî ragehand, Tirkiye giringiyê nade daxwazên Yekitiya Erebî yên ragirtina bombebaranên navçeyên herêma Kurdistanê û Iraqê.
A+A-
Berdevkê Yekitiya Ereban Mehmûd Efîfî ji rojnameya Şerqulewset re ragihand, gelek caran di civînên lûtkeya Ereban de bombebaranên Tirkiyê hatine şermezarkirin.
Mehmûd Efîfî ragihand, bombebarana Mexmûr û Şingalê ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve binpêkirina serweriya Iraqê ye û herçend Yekitiya Ereban gelek caran daxwaza rawestandina wan bombebaranan kiribe jî, lê guhnedana Tirkiyê ya wan daxwazan, giringînedana wan welatên Yekitiya Erebî ye.
NÛÇEYE ŞÎROVE BIKE
JI kerema xwe re şîroveyên xwe jî bi gramera kurdî ya rast û tîpên kurdî binivîsin